Di çarçoveya kampanyaya ‘xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan’ de ku li gelek cihan pêk hat, wendekara beşa felsefeyê û aktivîsta piştevaniya Tevgera Kurd a ji Îtalyayê Lucia Rossa ji xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hîn bûye anî ziman.

Ativist Û xwendevana felsefeyê Lucia wiha got:

“Tecrîd rêbazeke bêdengkirina fikir û ramanên kesên şoreşger e. Abdullah Ocalan nîşan dide ku pêşxistina fikra siyasî ya radîkal pêkan e. Wekî min got li vir a esas çewisandina fikir û raman e loma jî tecrîdê wekî rêyekê bi kar tînin.

Di pirtûkên Abdullah Ocalan de em dibînin ku alternatîf hene. Fikra wî ya dînamîk nîşan dide ku dîrok bi dawî nebûye û berî her tiştî wî nîşan da ku di sedsala 21’emîn de pêşxistina fikra siyasî ya radîkal û demokratîk pêkan e. ”

Lucia da zanîn sedema belavbûyina hemleya 10’ê Cotmehê ew e ku Abdullah Ocalan alternatîfan pêşkêş dike, wekî hêviyekê li Rojava tê nêrîn. Garantorê xeta demokratîk Ocalan e. Loma jî gel piştgiriyê didê:

“Bi xwendina pirtûkên Ocalan tiştên cuda li jiyana mirovan zêde dibin. Ez li zanîngehê xwendekara felsefeyê me. Berê rastî fikreke wiha ya polîtîk nehatim. Bi rojên xwendinê nîqaşên berfireh hatin kirin û kesên tevli rojên xwendinê bûn, fikrên xwe bi hev re parve kirin.”

Lucia da zanîn hinek pirtûkên Abdullah Ocalan ên wergera wan Îtalî hatibû kirin berê xwendibû û herî zêde di bin bandora mijarên dewlet, sosyolojiya azadiyê de maye.

Anî ziman; cîhan Abdullah Ocalan dixwîne lê belê li Tirkiyeyê ev pirtûk têne sansurkirin. Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûnê çareseriyê pêşkêş dike. Loma jî nayê xwestin li dijî hegemonyaya dîktatortiya Erdogan hişmendiyeke alternatîf pêş bikeve.”