Li gorî kovara aboriyê Paperjam a Luksembûrgê, Dadgeha Bilind 2’ê Nîsanê di rûniştina têkildarî dozê de 1.5 miyar euroyên Îranê yên bloke kirine, serbest berda. Tê gotin ku dadgehê biryara xwe ya li ser vê dozê ji raya giştî re eşkere nekiriye.
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatê wî di dozê de bi ser ketiye û kêfxweşiya xwe ya ji ber “vê serketina bedew” anî ziman.
Rûhanî piştî pêvajoya hiqûqî ya bi mehan got, “Beriya çend rojan me ev yek bi ser xist û pere rizgar kir.”
Edaleta Luksembûrgê Adara 2017’an daxwaza Bankaya Navendî ya Îranê ya ji bo rakirina blokaja li ser 1.5 milyar euroyî qebûl nekiribû.
Ev fon li ser daxwaza parêzerên mexdûrên êrişên 11’ê Îlona 2001’ê yên li DYE’yê di Çileya 2016’an de hatibû blokekirin. Îranê gelek caran ragihandibû ku ti pêwendiya wan bi van êrişan re nîne.