Lula da Silva ku di navbera salên 2003 û 2010’an de serokkomartî kir, bi mehan wek favoriyê hilbijartinê hat nîşandan.
Di hilbijartinê de li hemberî serokkomarê heyî Jair Bolsonaro ku rastgirê tund e û dijminê jinan e, bi zorê bi ser ket.
Li gorî encamên fermî, Lula ji sedî 50,90, Bolsonaro jî ji sedî 49,10 deng stendiye. Lula ji hevrikê xwe yê rastgir zêdetirî 2 milyon dengan bi dest xist.
Lê ev hilbijartin ji sala 1985’an vir ve ji dema ku welat vegeriya demokrasiye heya niha, ya herî teng û dijwar bû.
Lula jî bi vî rengî piştî 12 sal şûnda careke din vedigere qesra serokkomartiyê ya Planalto.
Lula di 1’ê Çileyê de wê dest bi wezîfeyê xwe bike û dikeve 77 saliyê xwe. Ew di dîroka Brezîlyayê de wê bibe serokkomarê herî pîr.
Lula diyar kir ku heta niha 6 caran bûye namzetê serokkomariyê û got ku ev cara dawî ye.
Lula got, “Êdî ez dixwazim dengê xwe bidim kesên din.” Lula ku serokê berê yê kedkar û sendîkayê ye, şopa xwe li nîv sedsala dîroka Brezîlyayê da. Ew ji ber gendeliyê hat mehkûmkirin, lê piştî sê salan vegeriya ser wezîfeyê xwe a serokkomariyê.