Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên li Derya Spî banga pêkanînan kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, beriya hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Qibrisî Nîcos Anastasîades re daxuyaniyek da û got, “Em piştgiriyeke tam didin Qibris û Yewnanistanê ku serweriya wan ji aliyê Tirkiyeyê ve tê binpêkirin.”
Li gorî Reûtersê Macron got, “Binpêkirina qada deryayî ya dewleteke endam an jî gefxwarina lê, nayê qebûlkirin. Yên ku vê dikin divê bên cezakirin.”
Macron bal kişand ser şerê serweriyê yê dewleta Tirk û Rûsyayê li qada Derya Spî û got, “Wê bibe şaşitiyeke giran ku ewlehiya me ya li Derya Spî bi destê hin aktorên cuda ve bê berdan.”
Li Egeyê bi taybetî ji êvara 21’ê Tîrmehê ve alozî ji nû ve zêde bû. Li gorî medya Yewnan, dewleta Tirk 18 keştiyên şer ber bi qada Yewnan û keştiyeke sondajê jî be bi girava Kastellorrîzo şandiye.
Hêzên Deryayî yên Yewnanistanê jî li dijî gefa Tirk keştiyên şer li Derya Egeyê bi cih kir û kete rewşa alarmê. Her wiha Hêzên Deryayî xwest ku astengiyên Tirkiyeyê li qadê ragihandiye ji aliyê yekîneyên leşkerî ve ji nedîtî ve bên.