Macron îşaret pê kir ku rola yekemîn a QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê ye û tekez kir ku kesên ji bo têkbirina DAIŞ’ê canê xwe daye, ji bîr nakin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê îşaret bi rola QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî di têkbirina DAIŞ’ê de kir û wiha got: “Bi israr şerê DAIŞ’ê kirin da ku ewlehiya me bê parastin.”
Macron wiha lê zêde kir: “Şervanên canê xwe ji bo têkçûna DAIŞ’ê daye, ji bîr nabin. Xetereya mezin bi dawî bû, lê hê jî gef hene û divê şer li dijî komên terorê bê berdewamkirin.”