Macron û Scholz bi rêya telefonê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re axivîn.

Li gorî nûçeya AFP’ê, çavkaniyek ji hikumeta Elman got, “Emmanel Macron û Olaf Scholz israr kirin ku çareseriya vê krîzê divê bi danûstandinên navbera Ûkrayna û Rûsyayê be.”

Hate ragihandin ku di dema hevdîtinê de Fransa û Elmanyayê ji Rûsyayê xwestine ku tavilê agirbestê ragihîne.

Hate ragihandin ku Macron, Scholz û Pûtîn li hev kirine ku rojên bê di nava danûstandinan de bin.

Piştî tûra sêyemîn a hevdîtinên navbera Moskowa û Kîevê yên li Belarûsê, vê Pêncşemê herdu alî yekemcar li Antalyayê li hev civiyan. Ev civîna ku di navbera Wezîrên Karên Derve yên herdu welatan pêk hat, bêencam ma.