Wezîrê Karên Derve Jorge Arreaza li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku roja Sêşemê têkildarî ewlehiya hilbijartinên giştî nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres û Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re şandiye.
Arreeaza destnîşan kir ku wan careke din ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê xwestine ku çavdêran ji bo hilbijartinê bişînin.
Mûxalefeta rastgir a piştgiriyê ji DYE’yê digire, banga boykotê dike. Lê belê namzetê serokkomariyê Henrîqûe Caprîeles û parlamenter Stalîn Gonzales jî di nav de hin kesayetên mûxalîf tercîh dikin ku tevlî hilbijartinê bibin.
Josep Borrell destpêka meha Tebaxê xwestibû ku hilbijartin bê taloqkirin û gotibû, “Şert û mercên pêvajoya hilbijartineke zelal, azad û wekhev nîne.” Borrell diyar kiribû ku wê demê ji bo şandina çavdêrên Yekîtiya Ewropayê garantiyeke têrker nehatiye pêşkêşkirin.