Şaxên Sendîqeya Perwedehiyê Egîtîm Sen, bi armanca destpêkirina perwedehiya sala nû daxuyaniyek da û daxwaz kir ku mafê perwerdehiya bi kurdî were dayîn û dawî li polîtîqeya înkar û asimilaysonê werê terk kirin.

Doh, li Tikriyê û Bakurê Kurdistanê, sala perwerdehî û hîndekariyê ya 2019-2020’an dest pê kir.

Dibistan vebûn û bi sed hezaran, zarokên kurd çûn dibistana Tirkan, lê li dibistanên dewleta Tirk mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî nîne.

Bi mebesta destpêkirina sala perwerdehiyê, Şaxên Sendîkaya Perwedehiyê Egîtîm Senê, li gelek bajaran daxuyanî dane çapemeniyê.

Li gel Egîtîm Senê, sazî û rêxistinên civakî jî cih girtin û daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirin.

Egîtîm Senê, li Amed û Edenê, Komîsyona Zarokan ya Komeleya Mafên Mirova ya Êlihê daxuyanî dan.

Di tevahiya daxuyaniyan de hate gotin ku; mafê perwerdehiya zimanê dayikê ya zarokên kurd nayê naskirin. Em daxwaz dikin ku mafê perwerdehiya zimanê kurdî, li dibistanan were nas kirin û zarokên kurd jî dikaribin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.