MAK’ê ragihand ku wan di çarçoveya “seferberiya çalakiyên li dijî operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê” de li taxên Orman û Kişla yên Geverê li dijî polîsan bi teqemeniyên bi dest hatine çêkirin, çalakî li dar xistiye.
MAK’ê bi daxuyaniyekê nivîskî çalakiyên li her du taxan parve kirin:
“Şeva 4’ê Hezîranê di derdora saet 00.00’an de Milîsên me li Geverê li dijî polîsên dewleta Tirk çalakî lidar xistin.
Milîsên me li taxa Orman daketin qadan û di tevahiya şevê li dijî polîsan şer kirin. Bi bombe û teqemeniyên bi dest hatine çêkirin, polîs hedef girtin û demek dirêj nehiştin hêzên dijmin bikevin taxan û li ber xwe dan.
Di encama çalakiyê de derbe li wesayîtên zirxî hatin xistin, milîsên me jî li ser navê parastina îradeya gel berxwedana xwe domand.
Şeva 4’ê Hezîranê Milîsên me li taxa Kişla ya Geverê daketin qadan û li dijî polîsên Tirk ên dagirker şer kirin. Milîsên me li dijî derbeya siyasî, dest bi berxwedanê kirin û bi bombe û teqemeniyên bi dest hatine çêkirin bersiva êrîşa polîsan dan. Di dema berxwedan û şerê ku demek dirêj dewam kir de, derbe li polîsên faşîst hate xistin û Milîsên me jî îradeya xwe ya azadiyê parast.”
MAK’ê diyar kir ku wê çalakiyên wan li dijî ‘Erdogan û çeteyên wî’ dewam bikin.