Ji Rêber Apo nêzî sê sal in bi ti awayî agahî nayê wergirtin.

Birayê rêber Apo Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzerên rêber Apo ji bo hevdîtinê hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê bersivê nikarin werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran karîbûn Rêber Apo bibînin.

Hevdîtina dawî ya parêzeran jî 7’ê Tebaxa 2019’an de bû ku 4 sal di ser re derbas bûye.