Bi daxwaza rakirina tecrîdê û azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan di 18’ê Mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin.

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xwîşka wî Fatma Ocalan bal kişandin ser girîngiya meşê û ji bo beşdariyê jî bang kirin.

Mehmet Ocalan bi lêv kir ku ew ji ber rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan bi fikar in û wiha got:

“Heke li dewletekê hiqûq li gorî kesan cuda bê xebitandin, ev yek ji bo hemû kesên li welatî dijîn xetere ye. Bendewariya me ji dewletê nîne em dibêjin ku bila hiqûqa xwe pêk bînin. Em weke malbat pir bi fikar in.”

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê kurd bi bertekên xurt rabin û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Heke em vê yekê nekin wê dîrok hesab ji me bixwaze. Serok ji bo berjewendiya xwe tiştek nekir. Çi kir ji bo gel kir. Divê kurd jî bi wîjdan tevbigerin. Ji bo ku riya Îmraliyê vebe li Kurdistan û Tirkiyê em roja 18’ê mijdarê bi ‘Meşa Mezin’ diçin Gemlîkê. Ji bo siberoja zarokên xwe divê her kes beşdarî vê meşê bibe.

Xwîşka Rêber Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan jî da zanîn ku wê herî dawî 8 sal berê kekê xwe Abdullah Ocalan dîtiye û got:

“Em dixwazin agahiyê ji birayê xwe bigirin. Lê dewlet bi tecrîdê hevdîtina me asteng dike. Min pir bêriya wî kiriyê. Êdî bes e. Divê hemû kes tev li vê meşê bibe ku ev tecrîd bê rakirin da ku em bikaribin agahiyekê bigrin.”