Ji 25’ê adara 2021’ê ve agahî ji Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin.
Malbat û wasiyê Rêber Apo, Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzer Mazlûm Dînç, Mehmet Ocalan, Alî Kolar, Polat Yildirim û Melîhe Çetîn serî li serdozgeriya komarê ya Bursa û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan ku hevdîtinê bikin.
Parêzerên Rêber Apo heftê 2 caran, serlêdanê dikin, lê serlêdan bê bersiv dimîne.