Malbata Şenyaşar ji malbata wan gelek kes ji hêla AKP’yiyan ve hatin kuştin û bi daxwazê dadê ev 10 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dike, got, bi rêya darazê dixwazin komkujiyeke din bikin.

Emîne Şenyaşar ku bi êrîşa zêrevan û xizmên wekîlê AKP’ê hevserê wê Hacî Esvet Şenyaşar û zarokên wê Adil û Celal hatin kuştin, li gel kurê xwe Ferît ku ji êrîşê sax filîtî ev 10 roj in bi daxwaza ‘dad’ê çalakiya rûniştinê dike.

Malbaa Şenyaşar li ser Twîtterê daxuyanî da û got,”Li Nexweşxaneya Pirsûsê em kuştin. Wekîl Yildiz zextê li ser darazê dike û tê xwestin bi rêya darazê komkujiyeke dî bikin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya dadê neqerin. Ên ku dengê me bilind dikin, em wan slav dikin.”

Çalakiya malbatê ya li ber Edliyeya Rihayê didome.