Malbatên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ku 39 meh in bi ti awayî agahî ji wan nayê wergirtin, ji bo hevdîtinê îro carek din serlîdan kirin.
Ji malbatan birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo karibin hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Heta niha tu bersiv ji malbatan re nehatiya dayîn.