Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li rayedaran dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbatên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Malbat herî dawî di 5’ê Hezîranê de çûbûn hevdîtinê.