Nêzî 35 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Mehmet Ocalan birayê Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Îmraliyê têne ragirtin, ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.
Peywendiya Rêber Apo bi dinyaya derve re bi temamî hatiye qutkirin.
Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn, di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê heye.