Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, nameyek ji Serokkomarê Elman Frank-Walter-Steinmeier re şandin.

Berxwedana greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê 103 roj in didome.

Yek ji berxwedêran Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç e. Kurê Yuksel Koç Mazlûm Koç bi navê çalakgerên greva birçîbûnê name ji Serokkomarê Elman Frank-Walter-Steinmeier re şand. Di nameyê de hate bibîrxistin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û hate gotin, delweta Tirk bi tecrîda li Îmraliyê re hem qanûnên navneteweyî hem jî qanûnên xwe binpê dike.

Di nameyê de li ser berxwedana grevên birçîbûnê agahî hate dayin ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kir û li çar aliyên dinyayê belav bûn. Hate destnîşankirin ku rwşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê giran dibe û hate gotin, “Bi navê malbat û xizmên bi hezaran mirovên di greva birçîbûnê de ne, em di nava tirs û fikareke mezin de ne. Halbûkî daxwaza wan mafekî bingehîn û însanî ye.”

BANG LI STEINMEIER HATE KIRIN: BIKEVIN DEWRÊ

Di nameyê de hate bibîrxistin, Wezîrê Dewletê yê Elman Michael Roth meha Çileyê bi navê hikumeta federal bang li Tirkiyeyê kiribû ku destûrê bide parêzer û malbata Ocalan karibin hevdîtinê pê re bikin û bang li Serokkomarê Steinmeier hate kirin:

“Di nava Konseya Ewropayê de ji aliyê siyasî, aborî û dîplomatîk ve herî zêde têkiliya Elmanyayê bi Tirkiyeyê re heye. Em ji we rica dikin ku ji bo mirov nemirin vê têkiliyê bi kar bînin. Ji bo banga 12’ê Çileyê ya hikumeta Elman û biryara 22’ê Çileyê ya Konseya Ewropayê bi cih were anîn, em ji we Serokkomar rica dikin ku yekser bikevin dewrê û ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin, bikevin nava hewldanan ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin anîn.

Em dixwazin hûn zanibin; em malbatên çalakgeran li pişt daxwazên çalakgeran e ku dixwazin tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Eger tiştek bi çalakgeran bê, em ê zanibin ku Konseya Ewropayê, CPT û welatên endamê Konseyê bi rola xwe nelîstine. Em; welatiyên Elman ji we rica dikin, di vê qonaxê de ku ne roj, lê kêlî jî êdî girîng e, ji bo pêkhatina daxwazên çalakgeran bi rola xwe bilîzin.”