Malbatên beşdarî Nobeta Edaletê bûne, ji bo yekitiya li dijî tecrîdê bang kirin û gotin; Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Riya aştiyê jî di Îmraliyê re derbas dibe.

Fîlîz Ûyar destnîşan kir ku kurê wê Metîn li Girtîgeha Espiye,Tîpa L girtî ye û wiha got;

Li girtîgehan polîtîkaya tecrîda giran tê meşandin. Mixabin li vî welatî edalet nîne. Ez, ne tenê ji bo kurê xwe, ji bo hemû girtiyan li vir im û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em dixwazin hemû gelê me, piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan.

Huriye Kaçar jî wiha got: Kurê min Cafer, 9 sal in li Girtîgeha Wanê tê girtin. Girtiyan li dijî zilma li girtîgehan û tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirin. 33 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ev zilm e. Em dixwazim tecrîd rabe û aramî çêbe.

Ji jinên serdana Nobeta Edaletê kirin Devlet Çîftçî jî got; Divê em hemû, piştgiriya çalakiya girtiyan bikin. Daxwazên wan daxwazên me ne jî. Ev bar tenê li ser milê dayikan nîne. Divê em bi têkoşîna hevpar Rêberê xwe azad bikin. Kilîda aştiyê li Îmraliyê ye. Ger Rêber Abdulah Ocalan azad bibe, wê aştî û aramî pêk were. Divê em destê xwe bidin hev û vê tecrîdê bişikînin.

Rêveberê DEM Partî, yê navçeya Elbakê Şahîn Dîlara jî di serdana Nobeta Edaletê de axivî û got; Tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Divê tecrîd bi temamî bê rakirin. Bêyî Rêber Abdulah Ocalan aştî pêk nayê. Ji bo aştî, xwişk û biratiyê divê muzakere bên destpêkirin. Em naxwazin cenazayên ciwanên me ji Girtîgehan derkevin. Em berxwedana girtiyan silav dikin û diyar dikin ku ew ne bi tenê ne.