Li Mêrsînê malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiya deng bide azadiyê de, li ber girtîgeha Kampûsa Tarsûsê çalakiya runiştinê kirin.

Çalakiya vê carê dikeve 10 mehiya xwe, dirûşmên girtiyên siyasî rûmeta me ne, Bijî berxwedana zindanan hatin berzkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Reşat Aşan got: Tecrîda li ser Ocalan rakin, rêya diyalog û muzakereyê vekin. Pergala tecrîdê ji Îmraliyê dest pê kiriye û belavî hemû welatan bûye. Heta ku tecrîd rabe emê çalakiyên dewam bikin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê pêkhat, çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Li Îzmîrê jî EGE- TUHAY-DER’ê li Îzmîrê li ber girtîgeha Kiriklarê daxuyanî

Malbatan pêşmalkên Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, Deng bide zindanan li xwe kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kûrûş, kesên di şewata Şemrex û Çinarê de jiyana xwe ji dest dane bîranî û da zanîn ji ber xemsariya dewletê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan

Derbarê çalakiya girtiyan de jî Mehmet Kûrûş got.

Em dixwazin girtî li hawîrdoreke ku bikarin weke mirovan bijîn bimînin, tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan rabe.

Pêdiviya vî welatî bi lezgînî azadî, demokrasî û aştiyê heye. Yekane astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e.