Bi ragihandina têkçûna DAIŞ`ê re, malbatên şehîdan ên bajarê Reqayê diyar kirin ku ew bi fedakariyên ciwanên herêmê ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbilind in û tekez kirin ku fedakariyên zarokan wan bi serkeftinê tacîdar bûn

EUBA EL-ELÎ

Şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê di dirêjahiya salên dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de, ji ber zulma çeteyan êş û zehmetî kişandine. Bi ragihandina têkçûna DAIŞ`ê re malbatên şehîdan ên Reqayê ji ajansa me re serfirazî û serbilindiya bi zarokên xwe rave kirin.

Ebûd El-Mihêmîd bavê şehîd Fîras got: “Îro ji kêfan re ez nikarim dilxweşiya xwe bînim ziman. Ez malbatên şehîdan bi serkeftina QSD’ê pîroz dikim û ji wan re dibêjim ku keda zarokên me vala neçûn. Îro hêzên me bi serketin ji ber wê em du şahiyan pîroz dikin. Em Newrozê û serkeftina QSD`ê bi hev re pîroz dikin. Va ye dîrok careke din xwe dubare dike, duh Kawayê Hesinkar bû û îro jî QSD ye.”

El-Mihêmîd got: “Hêzên leşkerî sozên xwe girtin û herêmên me herêm ji terorê rizgar kirin”

El-Mihêmîd destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê hewl da bi rêya dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Osmanî vegerîne û desteka terorê kir. El- Mihêmîd got xewna Tirkiyê pêk nehat û dê pêk neye, serkeftina QSD`ê ya li Baxozê mînaka wê yekê ye.

 Mehmûd Endulhelîm Bekûr El-Musa kurê şehîd Ebdulhelîm got: “QSD`ê li hember hêzên terorê yên herî mezin sekinî û gelek şehîd dan. Ji erka me ye wek malbatên şehîdan ji bo tunekirina hişmendiya DAIŞ`ê xebatên bîrdoziyê bidin meşandin.”

Mihemed El-Ehmed birayê şehîd Ednan El-Ehmed jî wiha got: “Em sala 2019`an bi kêfxweşî û şadî pêşwazî dikin. Em hêvî dikin ku ev sal tijî serkeftin û destkeftî be. Em vê serkeftinê diyarî tevahiya gelên Bakurê Sûriyê dikin.”

El-Ehmed ji şêniyên Efrînê re peyamek şand û wiha got: “Bi vîn û keda şehîdên xwe me serkeftin bi dest xist. Çawa me Kobanê, Dêrazor, Minbic û Reqa rizgar kirin, em ji we re tekez dikin ku QSD dê têkoşîn û berxwedanê bidomîne heya ku Efrînê rizgar bike.”

(şx)

ANHA