Malbatên şehîdan ên Tirbespiyê diyar kirin ku wan bi rêya fikr û felsefeya Ocalan azadî nas kirine û gotin: “Ji bo rakirina tecrîdê em ê şopdarên têkoşer Leyla Guven bin.”

Ji 27’ê Tîrhema 2011’an ve dewleta Tirk a dagirker hevdîtinên parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qedexe kiriye. Ji ber binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser Ocalan gelê Kurd li Kurdistan û tevahiya cîhanê hêrsa xwe ya li dijî tecrîdê vedibêjin.

Malbatên şehîdan ên Tirbespiyê jî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku tecrîd di çarçoveya tunekirina fikr û felsefeya Ocalan de tê ferzkirin.

Mihiya El-Hisên hevjîna şehîd Ebdulrehman Cangîr got: “Min azadî bi rêya fikr û felsefeya Ocalan nas kir. Ciwanên me ji bo azadiya xwe canê xwe dane. Heya dilopa xwîna me hebe, em ê şopdarên rêya ku Rêber Ocalan ji me re daniye bin. Zarok û neviyên şehîdan dê rêya bavên xwe berdewam bikin.”

Mihiye destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dewletên kapîtalîzmê re hewl da ku fikrê Ocalan tune bike û wiha pê de çû: “Lê piştî ku têghiştin xeteriya fikrê Ocalan ji bo berjewendiyên wan hene, ew tecrîd kirin. Gelê ku fikrê Ocalan nas kiriye di berdewamkirina rêya wî de heya şikandina tecrîdê bi israr e.”

`Heya rakirina tecrîdê em ê şopdarên têkoşer Leyla Guven bin`

Mêrzvan Ebdo birayê şehîd Cemşîd Meişûq destnîşan kir ku wan çareseriya hemû pirsgirêkên civakî û exlaqî di fikrê Ocalan de vedîtine û wiha axivî: “Tevî wê jî projeya biratiya gelan a ku Ocalan banga wê kiriye û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê cih. Tevna civakî û niştîmanî ya herêmê parastin e.”

Ebdo bang li gelên azadîxwaz kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin şermezar bikin û got: “Heya rakirina tecrîdê em ê şopdarên têkoşer Leyla Guven bin.”

Behîre Ibrahîm xwişka şehîd Arîn Cûdî jî got: “Me bi  saya felsefeya Ocalan fikrê azad nas kir. Ji bo bidestxistina wê azadiyê fedekarî pêwîst e. Ciwanên herêmê ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirine, ev jî girêdana gelê herêmê bi fikrên Ocalan isbat dike.”

(şx)

ANHA