Ji zêdetirî 2 salan dewleta Tirk tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike. Têkildarî mijarê malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo binpêkirinên dewleta Tirk der heqê Ocalan de şermezar kirin û bêdengiya navdewletî tawanbar kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê bajarê Qamişlo Meisûm Hesen Komploya Navdewletî li dijî Ocalan şermezar kir û wiha got: “Komploya Navdewletî li dijî vîna gelên Rojhilata Navîn bû.”

Meisûm destnîşan kir ku komplo bi saya xeta berxwedanê ya ku Ocalan xêz kiriye, têk çû. Di berdewama gotinên xwe de Meisûm Hesen xuya kir ku hemû pergalên desthilatdar û hêzên tarî tev li komployê bûn. Armanca wan bidestkirina gelên herêmê, şikandina vîna wan û talankirina xêr û bereketa herêmê bû. Ji lew re komplo li dijî Ocalan plan kirin. Her wiha Meisûm destnîşan kir ku ev hêz û pergal piştî girtina Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî deshilata Tirk kirin.

Meisûm diyar kir ku Ocalan girtîgeha Îmraliyê vegerand dibistanekê ji gelên bindest re û cihekî ku kir û felsefeya biratiya gelan jê belav bike û wiha pê de çû: “Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê ji cihekî tarî vegerand cihekî ku ronahiya azadiyê jê diteyise û bi fikrên xwe siyaseta dewletên komploger têk bir.”

Girêdayî tecrîda giran ku dewleta Tirk li Ocalan ferz kiriye, Meisûn destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van siyasetan hewl dide Ocalan ji gel dûr bixe û têkoşîna wî têk bibe û wiha domand: “Şoreşa me ji şoreşên dîtir cuda ye. Ji ber ku şoreşa me şoreşeke fikrî, civakî û felsefî ye.”

Di dirêjahiya axaftina xwe de Meisûm bal kişand şoreşa Bakurê Sûriyeyê û destnîşan kir ku gel di şoreşê de fikrên Ocalan ji xwe kirine bingeh û ev tişt anî ziman: “Gelên Bakurê Sûriyeyê ku fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh, îsbat kir ku vîn û biratî bingeha jiyana durist û bi rûmet e. Her wiha bi saya felsefeya Ocalan li hemberî êrîşên li dijî herêmê li ber xwe da.

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Malbatên Şehîdan Leyla Mihemed tecrîda giran ku dewleta Tirk li Ocalan ferz kiriye, şermezar kir û bêdengiya navdewletî û rêxistinên hiqûqî li hemberî rewşa Ocalan protesto kir û pirsî ka çima dewleta Tirk hevdêtinên Ocalan bi malbat û parêzeran re qedexe dike û wiha got: “Serlêdan û çêkirina ezmûnên tenduristiyê ji mafê her girtiyekî ye.”

Leyla xuya kir ku divê rêxistinên navdewletî bi erkên xwe li hemberî rewşa Ocalan rabin û ev tişt bi lêv kir: “Tiştên ku rû didin em red dikin. Ta şikandina tecrîdê em ê têkoşîna xwe xurt bikin. “

ANHA