Cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Mam Beşîr, Agir Stêrk û Rênas Axîn li paytexta Swêd Stcokholmê hatin bîranîn.

Mam Beşîr (Hasan Dûtar) kku 14’ê Kanûnê li Şengalê şehîd bû, Agir Stêrk (Abdullah Osmanoglû) û Rênas Axîn (Mehmet Benek) ên 17’ê Kanûna 2018’an li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li Komeleya Çand û Hunera Kurd pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Mam Beşîr hate nîşandan.

Siyasetmedar Kanî Mîran piştre axivî û got, “Em soz didin Mam Beşîr û şehîdên Kurdistanê hemûyan ku li ser şopa wan bişenin. Em ê Êzidxaneke azad û Kurdistaneke azad pêk bînin.”

Di civînê de li ser jiyan û têkoşîna Agir Stêrk û Rênas Axîn sînevîzyonek hate nîşandan.

Civîna bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.