Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) sala 1952’an li gundê Şimzê yê navçeya Qubînê ya Êlihê ji dayik bû.
Dema ku li Celleyê li febrîqeyekê dixebitî, sala 1978’an PKK nas kir. Bû neferekî Êzidî yê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û 40 salan bê navber xebitî. Van 4 salên dawî ji bo Êzîdxana demokratîk û xweser kar kir. Heta roja şehadetê sekn li wî nebû.