Li Mexmûrê ji bo Mam Zekî Şengalî ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de li şengalê di encama bombebarana deweleta Tirk de şehîd ketibû merasîmek a bîranîn hate li darxistin. Di merasîmê de malbata Zekî Şengalî jî amade bû. Malbata Mam Zekî ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazî kirin.
 
Li wargeha penaberan a Ş. Rûstem Cûdî(Mexmûr) Mam Zekî Şengalî ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de di encama sûîkasta ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve şehît ketibû bi girseyî hat bîranîn.
 
Beriya merasimê malbata Mam Zekî Şengalî ji aliyê gelê wargehê ve bi girseyî hat pêşwazî kirin. Piştre gel û malbatê berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan.
 
Li vê derê ji bo Mam Zekî Şengalî merasima bîranînê hate li darxistin. Di despêka merasîmê de daxuyaniya KCK’ê hate xwendin, piştre jî li ser navê wargehê Hevserokê Meclisa Gel Huseyîn Kara axivî û got: “Dewleta faşist ya Tirk carek din ruyê xwe yê reş diyar kir. Ev êrîş berdewamiya êrîşên li ser Efrînê, Kerkuk, Şirnex, Cizîr û Geverê ye. Ew êrîşa li ser Şengalê hatî kirin bi taybet di şexsê Mam Zekî de li ser civaka Şengalê û li ser gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta xwîn mij ji civaka êzîdî, berxwedan, yekitî û eşqa wan ya azadiyê tirsaye lewma ev êrîş pêk aniye.”
Mam Zekî mîmarê xweseriya demokratîk ya Şengalê ye’
 
Kara di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedana Mam Zekî û wiha berdewamkir: “Mam Zekî mîmarê xweseriya demokratîk ya Şengalê ye. Mîmarê berxwedaniya Şengalê ya li hemberî êrîşa li dijî DAİŞ’ ê ye, mîmarê ji nûve avakirina civaka êzidî ya exlaq û polîtîke. Mam Zekî li hemû beşê Kurdistanê de cih girtiye. Bi taybet mam Zelkî li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî maye. Ji ber wê yekê Mam Zekî cihê xwe di dilê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî de girtiye. Wek hemû şehîdên wargeha Mexmûr, wek hemû şehîdên şoreşê cihê xwe di dilê gelê wargehê de girtiye. Ev gel ji bo vê yeke îro divê germahiyê de li vêderê kom bûye. Em vê jîbîr nekîn her şehîdek me pêngavek nû ya berxwedanî û azadiyê ye. Şehîdên me temsîla rêbertiya mene, temsîla rêya azadiyê ne. Dewleta Tirk bila baş bizane şagirtên Mam Zekî wê tola Mam zekî rakin. Wê demek nêz de ev qirêjî û rûreşiya dewleta xwîn mij wê di qirka wan de bimîne. Eve teqeze wê rê hevalên Mam Zekî vê tiştê pêkbînin duh pêkanîn îro û sibe jî wê pêk bînin.”
 
“Gelê kurd bi saya şehîdên xwe gihaye vê astê”
 
Hevserokê Meclîsa Gel Huseyîn Kara bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev komployek diyarkirî bû û li hember Mam Zekî Şengalî hat kirin. Ji bo vê yekê em taybet dewlet Tirk, Iraq, Amerîka û Hukumeta Herêmê li ser navê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ( Mexmûr) tewenbar û rûreş dikîn. Gelê Kurd bi saya Şehîdên xwe gihaye vê astê. Ev gel xeta rumet û azadiyê bernade, wê li pey şehîdên xwe her tim bimeşe. Îspata vê yekê ev civaka ku li vê derê ye. Em disa sersaxî ji hevalên Mam Zekî, Rêber Apo, Civaka Êzidî, gelê Kurd û malbata Mam Zekî re dixwazîn.”
 
‘Bila dewleta Tirk baş bi zane em tucaran gav di paş de na avêjin’
Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Gel Huseyîn Kara, li ser navê malbata Mam Zekî hevjîna Zekî Şengalî axivî û got: “ Ez vê merasîmê li we hemuyan pîroz dikim. Bila dewleta Tirk baş bizane em tu caran gav di paş de na avêjîn. Çiqas ew bi xwaze me tûne bike jî emê li ser doza şehîdên xwe de herin û em hemû şagirtên Mam Zekî ne. Dewleta Tirk bi havlbendên xwe DAIŞ birin ser şengalê lê belê Mam Zekî Şengal ji destê wan rizgar kir. Hemu gelê Şengalê Zekî ne, bila dewleta Tirk baş bizane gelê Êzîdî û gelê Kurd tu caran gav paşde na avêjin. Bila serê rêberê me saxbe, serê civaka Êzîdî û serê gelê Kurd sax be.”
Merasîm bi dirûşmeya ‘ Tolhildan’ , ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.