Nerazîbûnên li dijî biryara Amerîka ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurd berdawam dikin. Mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê bi rêya ajana Rojnews’ê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Lêkolîner û Mamostayê Beşê Dîrokê yê Zanîngeha Silêmaniyê Pişkû Heme Tahir, li ser vê biryarê wiha axivî, “Amerîka li gorî berjewendiyên xwe tevger dike. Amerîka bi girtina vê biryarê re carek din yek ji pilanên xwe yên qirêj ên li ser gelê Kurd zêde kir. Herwiha ev biryar ji ber berjewendiyên xwe yên teng û lawaz ku di navbera wê û Tirkiye de hebû, hatiye girtin.”
Pişkû Heme Tahir diyar kir ku biryara Amerîka berdewamkirina komploya navnexweyî ye û wiha domand; “Ev biryara girtina sê pêşeng û şoreşgerên Kurd, berdewamiya komploya navdewletî ya li hemberî brêz Abdulah Ocalan hatî kirine. Ji bo wê em vê biryarê wekî biryara li dijî girtina dilê 40 milyon Kurd dibînin û bi nav dikîn. Eger ev pêşeng werin girtin jî, xebat û têkoşîna gelê Kurd li herçar parçan wê ti carî neyê sekinandin, ji ber ku pirsgirêka Kurd êdî bûye mijarek navdewletî.”
Mamostayê Zanîngehê Pişkû Heme Tahir, daxwaz kir ku gelê Kur li dijî vê biryara Amerîka rabe li ser piyan û got; “Divê mamostayên zanîngehan, ojnamevan û bi taybetî jî erka hikûmeta herêmê ye ji bo vê biryarê helwesta xwe nîşan bide û bibin xwedî bersiv.”
Li ser heman mijarê mamostayê Zanîngehê yê Beşê Ragihandin Kamil Emer jî nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ev biryara li dijî şoreşgerên Kurd hatî girtin, di çarçova berjewendî û lihevkirinên veşartî yên di navbera Amerîka û dewleta Tirk de heyî de hatiye girtin û got ku pêwîstbû Amerîka vê biryarê li dijî AKP’ê girtiba, ne li dijî sê şoreşgerên Kurd ku daxwaza mafê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikin.
Kamil Emer, biryara Amerîka wekî siyasetekî dûr ji ehlaq û pîvanên mirovahiyê nirxand û wiha got: “ Şoreşgerên Kurdistanê ji zûde rastî gelek êrîşên bi vî şeklî hatine. Ti demî li hember van êrîşan çok nedanîne. Bi taybetî jî şoreşgerên Partiya Karkerên Kurdistan. Her çendî ji beriya niha jî xistine nava lîsta terorê, lê PKK’ê hertim bi xebat û têkoşîna xwe raxistiye berçav ku ew ji bo daxwaza azadiya gelan têkoşînê dikin.”