Mamostayên Zanîngeha Helebce li di dijî dagirkeriyê banga yekîtiyê li hêzên siyasî kirin û gotin ku di dirokê de dubendiyê wiha kiriye ku Kurd negihîn armancên xwe û gotin; “Yekîtiya neteweyî dikare dawî li dagirkeriyê bîne.”
Mamostayên Zanîngeha Helebce têkildarî yekîtiya neteweyî ku bi salene yek ji xwestekên gelê Kurd ji Rojnews’ê re axivin.
Mamostayê Beşê Dîrokê yê Zanîngeha Helebce Dr. Nerîman Ebdullah diyar kir ku yekgirtin û yekîtiya di navbera hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de gelek girîng e û bal kişand li ser di dirokê de şikestina Kurdan û got; “Eger temaşeyî dîroka Kurdan bikin, sedema ku nehiştine Kurd bigihin armanc û xwestekên xwe belavbûn, dubendî û nebûna yekîtiya di navbera hêz û aliyên siyasî de ye.”
Dr. Nerîman Ebdullah işaret bi guhertinên li Rojhilata Navîn kir û diyar kir ku ji bo Kurd hebûna xwe diyar bikin gelek pêwîstiya wan bi yekgirtinê heye û wiha domand; “Girane dawî li dagirkiriya dewleta Tirk û welatên cîran bînin, lê dikarin beşek ji armancên xwe qonax bi qonax bi dest bixin, heta ku digihin serxwebûna Kurdistanê.”

Herwiha Profesor û Mamostayê heman zanîngehê Faruq Neqşibendî wiha qala yekîtiya neteweyî kir; “Yekîtiya neteweyî ji parastina ziman, xak, al û ol pêk tê. Rêxistin û hizbên Kurd ên marksizim yan sosyalîst demokratîk, yan jî li gorî bîrdoziyan wan hizban divê di bazinê yekîtiya neteweyî de nêzî hev bibin.”
‘Yekîtiya neteweyî wê dawiya dagirkeriyê bîne’

Profesor Dr. Faruq Neqşibendî ji ber nebûna hişyariyê û parçebûna hizban bêhêviye û got; “Eger em lezê nekin, siyaseta civaka navneteweyî û dengeyên hene wê rewşek xirab bi serê me bînin. Lewma divê di serî de hizb bîr li xak, al û neteweyê bikin, ne berjewendiyên xwe.”
Profesor Dr. Faruq Neqşibendî got ku wê yekîtiya neteweyî dawiyê li dagirkeriya dewletan a li ser Başûrê Kurdistanê bîne.
(ab)