Li dijî şideta li ser jinan bi sedan mamoste û xwendekarên bajarê Hesekê meşeke ji Çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer ber bi Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Mifît li dar xistin. Di meşê de pankarên bi nîvîsên “Tundiya li ser jinan bisekinînin”, “Tundiya li ser jinan windahiya exlaq e”, “Jin bingeha civakê ye” û “Bi hebûna jin jiyan geş dibee”hatibûn vekirin. Di vê navberê de dirûşmeyên “Jin, jiyan û Azad” beriz dikirin.”
Meş li Çerxerêya Şehîd Serhed rawestiya. Li vir deqeyeke rêz hate girtin. Paşê Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Sungul Hemo daxuyaniya têkildarî tundiya li ser jinan û girîngiya azadiya wê xwend. Her wiha tekezî li ser rola jin di civakê de kir.
Sungul di daxuyaniyê de banga azadiya Ocalan kir û diyar kir ku Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşîneke mezin da meşandin.
Çalakî bi dirûşmeyan azadiya Ocalan bi dawî bû.