Matheus Crespo ji ANF’ê re axivî û got; Civîna me navneteweyî ye, aktîvîst û nûnerên sendîkayên zêdeyî 20 welatan li hev kom bûne.
Me pêşnûmeyek ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo vê yekê pêşkêş kir.
Me diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û parastina wî, ji bo me pêwîstiyek mezin e. Pêşniyazame bi yek dengî hate qebul kirin.
Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan binpêkirinek ciddî ya mafên mirovan e.
Ji aliyê hiqûqî, mirovî û siyasî ve jî girtina wî neqanûnî ye û nayê qebûl kirin.
Li Tirkiyê diktatoriya Erdogan heye. Divê em ji bo berdana girtiyên siyasî û diyar kirina mafê çarenûsa gelê Kurd bêhtir têkoşînê bikin.
Crespo diyar kir ku ew qebûl nakin mirovên li dijî mêtingerî û despotîzmê ji bo gelê xwe şer dikin bi sedemên siyasî bêne girtin.
Ne li Nîkaragûa, ne li Venezûela, ne li Kuba, ne li Brezîlya, ne li Îtalya, ne li Emerîka û ne jî li Tirkiyê.
Heta ku Abdullah Ocalan girtî be demokrasî nayê Tirkiyê. Em hemû Abdullah Ocalan in.
Em hurmeteke mezin didine têkoşîna dîrokî ya ku PKK û Kurdan.
Kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’, gelekî bi wate û giring e.
Çalakiya destpêkê ye ku ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan bi piştevaniya navneteweyî tê kirin e.
Tirkiye Birêz Abdullah Ocalan kiriye hedef, lê di rastiyê de em hemû kirine hedef.
Divê aktîvîstên cîhanê, ji bo berdana birêz Abdullah Ocalan û mehkûmên siyasî yên Kurd û Tirk têkoşînê bikin.
Serkeftina Kurdan serkeftina gelên bindest hemûyan e.