Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku êrişên li dijî goristanan û cenazeyan zêde bûne û got: Li Tirkiyê pergaleke ku nirxên gerdûnî esas nagire û guh li hiqûqê nake û bêexlaq heye. Tiştên li goristanan tên kirin mînaka vê ye. Nedana cenazeyan jî, îşkence ye û nîşaneya dûrketine ji mirovbûnê ye.
Emîn Kiliç destnîşan kir ku di her şerî de kuştin çêdibin, lê hêzên li dijî hev şer dikinç li hemberî kuştiyan bi rêz tevdigerin. Mixabin dewleta Tirk, di qirkirina gelê Kurd de, hem li hemberî kuştiyan, hem li hemberî gorîstanan û hem li hemebrî malbatan nirxên mirovaniyê bin pê dike.
Em weke sazî, her tim pêwendiyê bi malbatan re deynin. Ji ber ku em dizanin rayedarên dewletê bi awayekî ne exlakî nêzîkî wan dibin. Malbatên me pir polîtîk û serrwext in, lê dema ku bi awayekî ne însanî û ne hiquqî de êrîşî wan dikin, dişikin. Em hewl didin di her alî de destekê bidin wan.
Kiliç herî dawî got; Li Tirkiyê pergal rûxiya ye. Ji ber vê jî, polîtîkayek tolhildanê kirine pratîkê. Êrîşa li cenaze û gorîstanan ji aliyê hemû gelên li Tirkiyê ve tê rexnekirin. Divê gelê me û gelên li Tirkiyê bi yekrêzî û dengekî bilind dijberiya xwe nîşan bidin.