Meclîsa Jinan a HDP’ê ragihand piştî ku nûçeyên derheqê Işık ku tundî li hevjîna xwe kiriye ji hêla raya giştî ve hatiye dîtin hemû rayeyên Wekîlê Mûşê Mensûr Işik hatine rawestandin û wê îfadeya wî were standin.

Meclîs Jinan got piştî lêkolîna Lêkolîna Disîplînê ya Navendî ya wan gotinên Ebrû Işik ji xwe re esas dîtine, bi daxwaza îxrackirina Mensûr Işik piştî ku serlêdan li Meclîsa Wan a Jinan bûye rapirsîn dane destpêkirin û hemû rayeyên Işik bi tevdîrî hatine rawestandin, wê îfadeya wî were standin.

Meclîs Jinan her wiha got ew ê vê pêvajoyê bişopînin.