Meclisa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî têkildarî çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji 8’ê Mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye peyameke piştgiriyê weşand. Meclîsa Îştar çalakiya Guven silav kir û bang li tevahî jinan hate kirin ku xwedî li çalakiya Guven derkevin.

 Peyama Meclîsa Îştar wiha ye;

“Em weke Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî çalakiya Leyla Guven silav dikin û piştgiriya xwe radigihînin. Hikumeta AKP’ê û Erdoxan zilmê li hemû kes û aliyên azadîxwaz dike. Li gel ku Leyla bi dengê gel hatiye hilbijarbin jî di girtîgehê deye û ji ber bêmafiyên heyî dest bi çalakiyê kiriye.

Leyla Guven di hevditina bi parêzerê xwe re dibêje min wek jinek xwe bi felsefe û ramanên îdolojiya rizgar kirina jinê ya birêz Ocelan naskiriye. Em wek jin vê yekê pir giring dibînin. Eger ne ji Rêber Apo ba, jin wê ti mafên xwe nezanîba. Erdogan û hikûmeta wî girtîgehan tijî jinên azadîxwaz kiriye. Lê divê bizane ku heya yek jineke azadîxwaz bimîne wê nehêle desthilatdariya Erdogan dewam bike. Wê jinên Kurd bi têkoşîna xwe her cihî ji AKP û Erdogan re bike dojeh.

Bila Erdogan vêya baş bizane ku ewê bi rêbazên xwe yên kirêt û bi tecrîdkirina Rêber Apo, nekare Rêberê me ji bîra me bibe. Ew her tecrîd dikin zêdetir hêrsa me mezin dibe. Em bangi li hemû jinan dikin ku li çalakiya Leyla Guven xwedî derkevin. Em jin niha ji her demê zêdetir bihêztirin û dikarin bi têkoşîna xwe cîhanekî aram biafirînin.