Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê komploya 9’ê Cotmehê ya ku di sala 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar kir û bang li civaka Êzidî kir ku xwedî li Ocalan derkevin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 20. salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya ku di sala 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Weke tê zanîn di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de komploya navnetewî li dijî Rêbertiyê destpê kir, hêzên tarî xwestin bi van komployan hêviyên gelê azadîxwaz bişkînin. Xwestin civaka Kurd û gelê azadîxwaz bi riya vê komployê ji riya zazdiyê dûr bixin, lê vê komployê encamê xwe negirt û bin ket. Her wiha piştî girtina Rêber Apo, tecrîd li ser giran kirin.
‘Gelê Êzidî bi fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin kir’
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi saya fikir û ramanê Rêber Apo gelê Êzidî ji nava mirin û qirkirinê xilas bû. Xwe bi rêxistin kir. Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dewleta Tirk û hevalbendên wê yên ku destê wan di vê komployê de hene, bi tundî şermezar dikin. Dewletên navnetewî yên ku xwe wek mafê mirov didin nasîn ku xwe li hemberî vê Komployê bêdeng kirine, cihê şermê ye, em bang li dewletên navnetewî dikin bi taybet CPT’yê ku li qanûn û zagonên xwe xwedî derkevin. Ji berku di kesayeta Rêber Apo de hemû gelê bindest û azadîxwaz êşkence dikin.
‘Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina hemû civakê ye’
Weka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê em vê komploya tirsonek cardin şermezar dikin. Em bang li her dewleta ku xwe wek mafê mirov dibîne û her saziyek mafê mirovan bi taybet CPT’yê dikin ku li gorî zagon û qanûnên xwe tevger bikin. Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina hemû civakê ye. Em bi taybet bang li gelê xwe yê Êzidî dikin ku çawa di fermanê de Rêber App li wan xwedî derket ew jî Îro li Rêberê xwe xwedî derbikevin “