Kurdistaniyê bi navê Ûgûr Şakar, 20’ê Sibatê li ber dadgeha li bajarê Krefeld ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir.

Şakar ku rakirin nexweşxaneya li bajarê Dûîsbûrgê, tê gotin 67 ji sedî yê bedena wî şewitiye. Heman piştî çalakiya Şakar, hin ji organên medyayê yên li eyaleta NRW’ê weşanê dikin, nûçeyên ji bo manîpulekirina çalakiyê weşandin.

Şakar yek ji çalakgerên meşa dirêj bû ku çend hefte berê ji bajarê Mannheîmê bi rê ketibûn û gelek caran bûbûn hedefa polîsên Elman. Balkêş e ku der barê Şakar de nûçeyên mîna ku ji navendekê hatine nivîsandin, tên weşandin.

Şakar di nameya xwe ya beriya çalakiyê de wiha nivîsandibû, “Ez dixwazim tecrîdkirina Rêber Apo û şîdeta polîsan a dewleta Elman a li ser Kurdan şermezar bikim.” Di nûçeyên çapemeniya Elman de qet behsa nameya Şakar nayê kirin û ew weke ‘sûcdarekî krîmînel’ tê nîşandan.

AGAHIYÊN ŞAŞ JI NAVENDEKÊ TÊN BELAVKIRIN

Bi taybetî rojnameya “Rheînîsche Post” ji pêr ve bi weşandina agahiyên şaş hewl dide çalakiya Şakar berevajî nîşan bide. Rojnameyê herî dawî di nûçeya xwe ya doh de îdîa kir ku Şakar ê 43 salî dibe ku “nexweşê derûnî” be. Heman îdîa di gelek rojnameyên xwecihî yên li eyaleta NRW’ê hate weşandin.

Di nûçeyan de her wiha hate ragihandin ku polîsan doh li mala Şakar lêgerîn kirine. Rojnameyan diyar kirin ku Şakar meha Çileyê ji ber ku tevlî xwepêşandaneke bêdestûr a li Dusseldorfê bûye ketiye ber lêpirsînê û ji bo Şakar gotin, “Kesekî ji aliyê polîsan ve tê naskirin”.