Duh serokê Filistînê Mehmûd Ebas, bi Serokê Venezuela Nicolas Maduro re bi telefonê axivî.

Ajansên cîhanê jî ragihandin ku, Mehmûd Ebas di telefonê de ji Maduro re gotiye; Divê êrişa Îsraîlê ya li ser Gazeyê, demildest werê rawestandin. Divê Filistînî bên parastin, ji bo Xezeyê korîdorên alîkariya mirovî bên vekirin, av, elektrîk û sotemenî ji bo welatiyên li wir bên şandin.

Ebas. got; Em li dijî koça bi darê zorê ya ji Gazeyê ne. Em li dijî kuştina sivîlên her du aliyan e. Ez bang li her du aliyan dikim ku girtî, dîl û sivîlan berdin. Divê her kes zanibe ku Hemas nûnertiya gelê Filistînê nake. Yekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê Rêxistina Rizgariya Filistînê ye. Çarseriyê di riya diyalogê dibîne.