Ji bo mêtina çavkaniyên sererd û binerd ên Kurdistanê, dewleta tirk bi awayekî hovane xwezaya Kurdistanê tune dike. Serokê CHP’ê yê Dêrsimê yê berê Huseyîn Zeytîn got ku hêzên dewleta tirk ji wan re ragihandine ku dê di meha îlonê de gelek gundan vala bikin. Zeytîn got ku herêmên tên şewitandin jî herêmên madenê ne û şîrket ji bo di nav liv û tevgerê de ne

Dewleta tirk ku bi taybetî jî di demên dawî de bi hovane êrîşî xwezaya Kurdistanê dike, niha jî hewl dide gundewarên Kurdistanê vala bike. Li gorî nûçeya nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran ku cih daye nêrînên serokê CHP’ê yê berê yê Dêrsimê Huseyîn Zeytîn, hêzên artêşa tirk diyar kirine ku dê bi dehan gundên Dêrsimê vala bikin.

Weke ku tê zanîn dewleta tirk bi zanebûn daristanên Dêrsimê dişewitînin û welatiyên ku şewatê vedimirînin jî rastî zextên dewletê tên. Hat zanîn ku leşkerên li Qereqola Geyîksuyê bang li welatiyên herêmê kiriye ku gundên xwe vala bikin. Têkildarî mijarê Huseyin Zeytîn ku ji gundê Muşkirekê ye axivî û ev tişt anî ziman: “Leşkeran bang li min kir û gefa valakirina gundan xwar. Ji min re gotin ‘Ev der herêma ewlehiyê ye û divê hûn vala bikin.’ Şêniyên gundên me bi mêşvaniyê debara xwe dikin. Di Komkujiya Dêrsimê de dîsa gund hatibûn valakirin. Wê demê gelek xizmên me hatin qetilkirin û gelekan jî xwe di şikeftan de veşartin û rizgar bûn. Gundên derdorê hatibûn valakirin û li gundê me bi cih kiribûn. Her ku alozî zêde dibe zexta li ser me jî zêdetir dikin.”

Hişmendiya 1938’an li ser kare

Di berdewamê de jî Zeytîn got ku di sala 1980’an de jî rastî heman pêkanînan hatine û wiha pê de çû. “Ez hatibûm girtin. Birayê min ê 8 salî jî sûcdar dîtin û xistin girtîgehê. Heta salên 1994’an bi îdiaya ‘alîkarî daye rêxistinê’ her dem li ser me zext kirin û gund vala kirin. Niha jî dixwazin heman tiştan bikin. Hişmendî qet neguheriye. Heta zagonên sala 2002’yan, me nekarî vegerin gundê xwe. Ji sala 2002’yan heta 2012’an dîsa destûr nedan em biçin gundê xwe. Piştî 2012’an em li gundê xwe vegeriyan.”

Ji bo Şîrketa Rio Tinton daristanan dişewitînin

Zeytîn bi lêv kir ku dema li gundê xwe vegeriyan, tu kesî alîkarî neda wan û wiha got: “Her tişt wêran bûbû. Av, ceyran, rê tune bû. Bi salan em ji bo van têkoşiyan. Têkoşîna me encam da û me jiyanekê li vir ava kir. Lê dixwazin careke din gundan vala bikin. Dewlet me sûcdar dibîne û herêmê dişewitîne. Herêmên dewlemend û bi xêr û ber in. Di aliyê madenê de jî dewlemend in. Di 2001’an de li herêmê daristan hatin şewitandin. Piştre li 31 noqteyan, 18 hezar metre karot hate avakirin. Ev karê Şîrketa Rio Tintonê ye. Niha karot pêşkêşî borsaya cîhanê kirine.”

Cihên madenan tên şewitandin

Herî dawî jî Zeytîn ev agahî da: “Di sala 2004’an de ji herêma Sutluceyê heta Cevizlidereyê her derê şewitandin. Wê demê jî 14 rojan daristan şewitîn. Me sazî xistin navberê lê dîsa şewat nehat vemirandin. Li Dêrsimê maden zêde ye. Me qadên ruhsata Rio Tinton lêkolîn kir. Min li herêma Dêrsimê nihêrî. Hemû herêmên hatin şewitandin û valakirin herêmên ku rûhsata Rio Tinton hatiye dayîn in. Min wêneyê herêmê kişand û ji konsolosan re faks kir. Hem dixwazin herêmê bê mirov bihêlin û hem jî dixwazin dest bavêjin madenê. Her derê vir rezerv in. Dê bi milyaran teqînan, xwezaya vir a biyolojîk tune bikin. Ji bo vê yekê dixwazin vir vala bikin. Niha dixwazin gundan vala bikin. Lê em ê gundê xwe vala nekin. Leşkerên qereqolê gotin ku dê di meha îlonê de gelek gundan vala bikin.”