Parlamenterê HDP’ê Gergerlîoglû diyar kir ku divê dewlet têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyan gavê biavêje û got, “Mekanîzmayeke dewletê heye ku bi rengekî kolektîf hewl dide binpêkirinan binixumîne.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku ew bi fikareke mezin greva birçîbûnê ya li girtîgehan dişopînin. Gergerlîoglû bi bîr xist ku şert û mercên girtîgehan ji xwe gelekî nebaş e, lewma di vê dema şewbê de bi greva birçîbûnê re dibe ku encamên gelekî nebaş rû bidin.

Gergerlîoglû destnîşan kir ku mijara grevên birçîbûnê divê teqez bê çareserkirin, dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.

‘YÊ KU DIVÊ GAVÊ BIAVÊJE, DEWLET E’

Gergerlîoglû ragihand ku dewlet gav bi gav pirsgirêka Kurd bêhtir dixitimîne û got, “Dewlet niha hewl dide meseleyê dirêj bike û bi vî rengî demekê ji xwe re peyda bike. Pirsgirêkeke Kkurd heye ku herî kêm 200 salî ye û di nava 100 salên dawî de ji aliyê dewletê ve hatiye mezinkirin. Di vê demê de ku 40-50 salên dawî dewletê bêçareserî hiştiye û xwe nade ber aştiyê, mirov ji ber ku li ber vê yekê radibin tên girtin. Dema ku tê girtin, ji bo bidawîbûna polîtîkaya tecrîdê dikevin greva birçîbûnê û rewş timî xwe dubare dike. Divê dewlet gavê biavêje. Ti kes bi kêfê nakeve greva birçîbûnê. Birçîbûn, tîbûn ne hêsan e. Li holê pirsgirêkeke mezin heye. Mirov dimirin, bajar tên şewitandin, aboriya welêt gelekî nebaş bûye. Di rewşeke wiha de ji bo çekê gelek pere tê xerckirin, bi hezaran mirov li girtîgehan tên ragirtin. Herî kêm 10 hezar hevalên me bi dadgehên pûç hatine girtin.”

‘GIRTIYÊN KURD LI BER XWE DIDIN’

Omer Farûk Gergerlîoglû greva birçîbûnê ya 8’ê Mijdara 2018’an bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin bi bîr xist û got, “Di wê greva birçîbûnê de mixabin hin kesan jiyana xwe ji dest dan. Rewşeke psîkolojî heye û mirov bi nêzîkbûna mirinê re çalakiyên protestoyî dikin. Her mirov gelekî hêja ye, divê kes canê xwe ji dest nede. Ya tê kirin bi rastî jî çalakiyeke girîng e. Kes ji kêfê nake; ji bo meseleya Kurd çareser bibe, ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û atmosfereke axaftinê bê afirandin dikin. Ji bo mijareke ku dikare bi hêsanî bê çareserkirin, girtiyên Kurd niha di nava berxwedaneke mezin de ne. Em vê rewşê bi rastî jî bi fikareke mezin dişopînin.”

‘MEKANÎZMAYA NIXUMANDINÊ YA KOLEKTÎF’

Gergerlîoglû anî ziman ku ew girtîgehan ji nêz ve dişopînin û wiha dewam kir: “Parlamenterê ku herî zêde daxwazname daye Wezareta Edaletê û Komîsyona Mafên mirovan ez im. Wezareta Edaletê gelek nûçeyan ji me digire. Pirsgirêkên xizmên girtiyan, rêveberiyên girtîgehan li şûna Wezareta Edaletê em radigihînin. Li girtîgehan mekanîzmayeke dewletê heye ku gelekî giran e û bi nêteke baş nîne. Mekanîzmayeke dewletê heye ku hewl dide bi rengekî kolektîf binpêkirinan hemûyan binixumîne. Min nêzî 2 hezar pêşnûme pirs pêşkêşî Wezareta Edaletê kir, ji bo yekê bi tenê jî negotin ku binpêkirin heye, bersiv nedan. Min nêzî 90 pêşnûme pirs pêşkêşî Wezareta Karên Hundir kir, ewqasî bêperwa ne ku bersiva yekê jî neda. Min nêzî 3 hezar daxwazname radestî Komîsyona Mafên Mirovan kir ku di bin kontrola Tifaqa Cûmhûr de ye, binpêkirineke bi tenê jî ‘nedît’in. Bêguman em ê ji rêya xwe venegerin.”

‘EM Ê HÎN BÊHTIR BI SER VE BIÇIN’

Gergerlîoglû bi bîr xist ku her hefteyê ew li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar dixin û rewşa li girtîgehan ji raya giştî re radigihînin, vê yekê jî ji ber neçaretiyê dikin. Parlamenterê HDP’ê yê Koaceliyê Omer Farûk Gergerlîoglû destnîşan kir ku wê hîn bêhtir bi ser vê mijarê ve biçin û got, “Em hewl didin van mijaran bixin rojevê. Bi rêya medyayê, rêxistinên civakî yên sivîl û raporên xwe hewl didin zextê bikin. Di rewşekê de ku tecrîd di nava tecrîdê de heye, grevên birçîbûnê hene û mirov li ber mirinê ne, ji aliyê wijdanî ve em aciz in. Ji ber vê yekê em soz didin gelê xwe ku hîn bêhtir bi ser vê mijarê ve biçin. Em hêvîdar in ku di sala 2021’ê de wê hîn bêhtir gavên erênî bên avêtin. Desthilatdarî xwedî nêteke gelekî nebaş e, lê em xwedî hewldan û nêteke gelekî baş in. Ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê û rakirina tecrîda li Îmraliyê em ê gavan biavêjin.”