Berpirsyarê Yekitiya Zanayên Kurdistanê ê li Silêmaniyê mamosta Necmedîn Qadir got ku biryara Amerîka biryarek bazirganiye, mixabin niha yê ku me dikuje dewlete û yê ku ji bo mafên xwe têkoşînê jî dikin terorîstin. Qadir diyarkir ku ew gelê Kurd bi van êrîşane serê xwe natewînin û wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Nerazîbunên li hemberî biryara Amerîka ya li hemberî sê şoreşgerên Kurd her ku diçe berdewam dike. Bi vê boneyê berpirsyarê Yekitiya Zanayên Kurdistanê yê Silêmaniyê Necmedîn Qadir ji RojNews re axivî.

Mamosta Necmedîn Qadir li ser biryara Amerîka ya li ser sê şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan wiha axivî: “Biryar û xelad dayîna li ser sê şoreşgerên Kurd gelek ne şîrîn û ne rewaye. Wana bi xwe dîtine Kurd çawa li hemberî çeteyên DAIŞ û terorîstan têkoşînê dikin. Bi awayek demokratîk Selahedîn Demîrtaş û hevalên xwe, li Bakurê Kurdistanê xebat kirin. Lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin, ma emê êdî ji dewleta Tirk li benda çi bin. Ger rêya demokratîk were girtin, ma wê çawa mafê xwe bi dest bixin.

Biryara Amerîka, li hemberê gelê Kurd biryarek bazariganiye. Mixabin niha yê ku me dikuje dewlete û yê ku ji bo mafên xwe têkoşînê jî dikin terorîstin. Çi dema ku gelê Kurd serkeftinê mezin bi destxistin û hêviyek çêbû, dewletên herêmê destê xwe di avêjin û dixwazin vê hêviyên gelê Kurd vale derbixin. Em bi van êrîş û rêyane serê xwe natewînin. Têkoşîna me dewam dike û wê hertim jî dewam bike.”

Herî dawî mamosta Necmedîn Qadir bang li gelê Kurd kir daku li hemberî van êrîşane yekitiya xwe ava bikin.