Mele Saman Sengawî diyar kir ku wê gelê Kurd bi fikrê Ocalan azad bibe û xwedî pêşerok azad be. Saman got ku tecrîd kirin û rênedayîna hevdîtinan karek ne miroviye, ji bo vê pêwîste gelê Kurd rabin ser piyan û di mizgeftan de behsa fikrê Berêz Ocalan were kirin.

Tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Dewleta Tirk nahêle parêzer û malbata Ocalan biçe hevdîtina wî û demeke dirêje ti xeber ji Ocalan nayê standin. Gelê Kurd û dostên Kurdistanî li hemberî tecrîdê nerazîne. Li ser tecrîda li ser Ocalan Mele Saman Sengewî ji ajansa me re axivî.

‘Pêwîstiya hemû gelan bi fikrê Ocalan heye’

Mele Saman Sengawî got ku demeke dirêje nahêlin hevdîtin bi Ocalan re pêkwere, ev jî karek ne miroviye û wiha pêde çû; “Tirkiye çawa ku bi fîzikî Ocalan girtiye, dixwaze fikrên Ocalan jî bigre. Ev jî karek dîktatoriye. Pêwîstiya gelê Kurd û hemu gelên bindest bi fikrên Ocalan heye. Ji ber ku Ocalan di hemû mijaran de xwedî fikre. Di mijara ciwan, jin, welat, û gelek mijarên din de xwedî fikire. Ji ber vê çendê ev fikrê ku li gel Ocalan heyî, li gel tu serkirdeyêk Kurd nebûye û nabe jî. Fikrê nivê pêşengên Kurd ên niha vala ye.“

Sengawî di dewamê de got ku serkirdeyên heyî bi qasî xema berîka xwe ne, ne di xema welat û niştîman de ne û wiha dewam kir; “Niha tenê fikrek heye ku Kurdan azad bike û rake ser lingan, ew jî fikrê Ocalan e. Wekheviya di nava jin û zilam de yek ji girîngtirîn fikrê Ocalan ku niha li ser çiyayên azad jin û zilam bi hevre li dijî dijminên gelê Kurd têdikoşine. Lê dewleta Tirk a dîktator nahêle ev fikir bilav bibe û dixwaze asteng bike. Eger Ocalan di nava me de ba Kurd niha xwedî cihekdin bû. Ocalan yekane Rêberê ku ji bo welat û niştiman bedelên giran daye. Wê Kurdistan bi fikrê Ocalan azad bibe û pêşerojek azad bijî.”

‘Divê mele di mizgeftan de qala fikrên Ocalan bikin’

Ji bo azadiya Ocalan jî Sengawî got; “ Gelê Kurd pir xemsare. Diviyabû Kurd şev û roj çalakiyan lidar xistiban. Divê ji bo azadiya Ocalan zextê li welatên navnetewî bikin, konsolosxaneyên welatan bigirin ji bo Ocalan bê azadkirin. Divê em mele û mirovên olî di mizgeftan de bang li ser Ocalan bidin. Ji ber ku tu carek din kesek weke Ocalan ji bo Kurdan nayê. Nemana Ocalan nemana gelê Kurde. Ji ber wê çendê divê hemu mele di mizgeftande behsa fikrê Ocalan bikin.”