Çalakiya Mertalên Zindî ya di pêşengiya Jinên Ciwan ên Tekoşer û Komaleya Ciwanên Welatparên Kurdistanê de hatibû destpêkirin du mehên xwe qedand. Çalakvanan bang li ciwanan kir ku tevlî çalakiya wan bibin û helwestek xurt nîşanî dagirkeriyê bidin.
8’ê Heziranê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê di bi dirûşmeya ‘Serî Hilde’ çalakiya mertalên zindî li Qendîlê destpê kir. Ji roja destpêkê heya îro mertalên zindî gelek çalakî li dar xistin û gelek serdan pêşwazî kirin.
‘Her diçe hejmara çalakvanan zêde dibe’
Ji Şengalê heya Mexmûr, Rojava û ji Ewrûpa gelek kes çûn serdana mertalên zindî. Ji çalakvanan Bahoz Başûr li ser sedema çalakiyên xwe axivî. Bahoz diyarkir ku rexmê hemû astengiyan jî her diçe hejmarên wan zêde dibe û bêhtir dengê xwe digîhînin giştî cîhanê. Di axaftinên xwe de Bahoz balkişand li ser sedema çûyîna li Qendîlê û li hemberî vê sekna PDK û YNK şermezar kir û wiha berdewam kir; “Em li Qendîlê ne. Ji ber ku em dizanin heya li Kurdistanê PKK hebe dewleta Tirk wê tu carî nikare wan xeyalên xwe yê Osmanlî pêk bîne. Ji ber ku PKK îradeya xwe teslîmî tu dewletan nekiriye. Lê em dibînin ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îradeya xwe teslîmî Îran û Tirkiyeyê kiriye. Divê helwestên PDK û YNK li hemberî dewleta Tirk hebûya, lê ya derkete holê ewe ku astengî ji bo gihîştina me li Qendîlê derdixin.”
Bahoz di nirxandinên xwe de qala jiyana ku bi destê ciwanan re bi rengekî komînal avakirîn kir û diyar kir ku her rojên wan bi plansaziyekî destpêdike û her roj li ser mijarên wek dagirkerî, dîroka Kurdistanê û gelek mijarên din perwerde dibînin û balkişand ku tenê bi çalakiyan re sînordar nabin û di her derfetî de serdana gundîyan jî dikin.
Bahoz di dawiya axaftina xwe de bengawazî li hemû ciwanên Kurdistanê kir û got; “Yên ku piştgiriya dewleta Tirk dikin bila xwe ji xeta xiyanet û firoştinê xilas bikin û werin xeta şoreşgerî û parastina Kurdistanê. Bila tenê li malên xwe bi gotinan re Kurdistan neparêzin, bila werin tevlî çalakiyên me bibin û gotinên xwe pratikî bikin.”
‘Gelê Başûrê Kurdistanê ne bi tenê ye’
Ji çalakvanên jinên ciwan Şîlan Rojava behsa pêngava ‘Serî Hilde’ kir û diyarkir ku ev çalakiya ku bi rihê Zîlanan, Mazluman hatî destpêkirin ji bo zîhniyeta dagirker bidin fêmkirin ku gelê Başûrê Kurdistanê ne bi tenê ye. Şîlan ji ber astengiyên PDK û YNK got; “Bila PDK û YNK jî baş bizanibe ku tu carî nikarin hêza ciwanan biçûk bixin, îradeya ciwanan qels bikin. Weke Serok Apo jî dibêje ‘îradeya ciwanan weke herikînekê tê meşandin û li hemberî wê herikînê ti sînor nikare were danîn’. Di berxwedana serdemê ya Efrînê de jî jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê xwe kirin yek û sînor rakirin. Ev sînorên ku şeklî hatine dayîn di mêjiyên ciwanan de nîne.”
Şîlan behsa jiyana rojane ya çalakvanan kir û got; “Her sibeh saet 05:00’an em radibin û dest bi sporê dikin, her roj seminer tên lidarxistin û perwerde dibînin. Bi pirtûk xwendin û taybet ciwanên enternasyonalan re guftûgo kirin, bi serê xwe wek perwerde digirin dest. Em ne azadiyeke liberal dixwazin. Azadiya em dixwazin azadiyeke civakî, komînal û demokratîke ku ew jî her roj li vir tê jiyîn. Em ji jiyana xwe ya li vêderê fêm dikin ku Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo daniye pêşiya me em dikarin giştî di Rojhilata Navîn de bêxin pratîkê.”
Şîlan di dawiya axaftina xwe de bengawazî hemû jinên ciwan kir û got; “Îradeya wan wê me bigihîne serkeftinê. Mîna Avesta, Barîn, Arîn wan riya azadiyê ji me re vekirin. Divê jinên ciwan jî helwestek xurt bidin nişan û xwedî Kurdistanê derbikevin.”