Endamê Komîteya Amedekar ê Meşa Dirêj a Mannheîm Strasboûrgê Andok Baz got meşa dirêj a ciwanan ku duh polîsên Elman êrîş anîn ser wê bidome.
Duh piştî nîvro polîsên Elman êrîş biribûn ser ciwanan ku ji ji Mannheîmê ya Elmanyayê ber bi Strasboûrgê ya Fransayê ve dimeşiyan, derb li ciwanan xistibûn, hatibûn destgîrkirin û nasnameyên wan hatibûn kontrolkirin.
Endamê Komîteya Amedekar a Meşê Andok Baz li dijî van êrîşan helwest nîşan da, diyar kir, li gel ku hişyarî dane polîsên Elmana ku hevalekî wan di serê wî de gule heye û bi nexweşiya epîlepsiyê jî, piştî ku hatine destgîrkirin bi 15 deqeyan bi zanebûn serê hevalên wan kirine hedef û bi armanca kuştinê lêdane.
Baz got polîsên Elman 1945-1970’yî wiha dikriin, li dijî êrîşan Kurdistaniyên li Ewropayê wê mafên xwe yên demokratîk bi cih bînin, banga protestoyê kir.
Baz diyar kir plansaziya wê dikin ku meş îro saetên sibehê dest pê bike. Bang li Kurdistaniyên li Karlsruhe û derdora wê kir ku tevlî meşê bibin.