Ji bo şikandin û protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên bi grevan re li bajarê Hambûrg ê Elmanmyayê meşa dirêj a 3 rojan destpê kir.
Meşa Dirêj a li Hambûrgê, ji pêşiya stasyona trenê ya Neû-Grabenê destpê kir. Ji Hambûrg û Kîelê 50 kes tevlî bûn.
Beriya meş destpê bike deqeyek rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.
Bi destpêkirina meşê re dirûşmên ku rejîma Erdogan şermezar û daxwaza azadiya Ocalan dike hatin qîrkirin.
Roja yekem a meşê wê li semta Wîlhemsbûrgê bidawî bibe. Li bendê ye roja sêyan a dawî ya meşê li pêşiya Parlementoya Hambûrgê saet 10:00’ê roja Înê mîtîngek bê kirin. Meşvanên meşa dirêj wê roja Şemiyê jî li pêşiya gara trenê ya Sternchanzeyê wê tevlî çalakiya bi armanca piştevaniya bi Rojava ya ji aliyê organîzatorên Elmanyayê ve bê lidarxistin bibin.

