Meşa dirêj a ciwanên Başûrê Başûrê Kurdistanê bi pêşngtiya 105 saziyan tê kirin, destpê kir.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Başûrê Kurdistanê li dijî provakasyona PDK’ê ya li Zînî Wertê meşa dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Em ê bi ruhê ciwantiyê dagirkeriyê têkbibin’ destpê kir.

Ciwanan li Baxê Giştî ya Ranyayê daxuyaniyek xwendin û piştre ber bi Zînî Wertê ve dest bi meşê kirin.

Çalakvanên ku gihiştina herêma Serkebkan a girêdayî Zînî Wertê gelek dever ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibû girtin, her demê çû hejmara hêzên asayîşê jî zêdetir bûne. Ciwan jî bibiryarin ku meşa xwe bidomîne.

Hêzên Asayîşê di serî de rê nade ku ciwan, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, pêşmergeyên dêrîn û jin ên ji devera Silêmanî, Dihok û dîsa gelek deverên din tevlî meşê bibin asteng dike.