Li bajarê Malmo ya Swêdê Kurdistaniyan roja Şemiyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşeke dirêj dabûn destpêkirin. Meş roja Yekşemê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşeke ji bo du rojan dabûn destpêkirin. Meş li Qada Mollenvagstroretê bi mîtîngekê bi dawî bû.
Meşvanan ji bo gel di li ser komployê agahdar bikin belavok belav kirin.
Piştî meşa du rojan, meşvanan li Qada Mollenvagstrotê bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ mîtîng bi dawî kirin.