Li gorî lêkolînekê ya li DYE’yê hate kirin, mezintirîn volkana mertalî ya cîhanê li Hawaîî ye.
Di gotarê de ya li kovara zanistî ya Earth and Planatary Scince Letters hate weşandin, mzintirîn û germtirîn volkana cîhanê hatiye dîtin. Li gorî vê yekê du tehtên bi navê Pūhāhonu ku li nava koma giravên Hawaîî ye, di rastiyê de mezintirîn volkana mertalî ya cîhanê ye.
Ev her du tehtê mezin bi 1.100 kîlometreyî dûrî Honolulu ne, ku tespîtkirina mezintirîn volkana mertalî ya li nava wan weke suprîzeke mezin hate dîtin. Ev tehtên ku yekemcar sala 1820’î hatin keşifkirin, hate fêhmkirin ku bi 4 hezar û 500 metreyî digihêjin heta binê okyanûsê.
TEHT TENÊ YEK JI SÊ PARÊN VOLKANÊ YE
Bi saya analîzên sonar ên li ser volkana hate keşifkirin, hate tespîtkirin ku du sê ji parên vî tehtî li binê okyanûsê ye û bi giştî 150 hezar kîlometrekup e. Bi saya vê yekê hate fêhmkirin ku Pūhāhonu mezintirîn û germtirîn volkana cîhanê ye.
YA HERÎ MEZIN JÎ LI HAWAÎÎ BÛ
Kar û lêkolîna li ser Pūhāhonu hate kirin, eşkere kir ku ew bi du qatî ji Mauna Loa mezintir e ku ev volkan jî li giravên Hawaîî yıe. Hatibû tespîtkirin ku mezinahiya Mauna Loa bi giştî 80 hezar kîlometrekup e.
Di nava volkanên mertalî de volkana Karacag a li Konyayê û çiyayên Tendurek ên Mezin û Biçûk ên Kurdistanê jî hene.