Endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî geşedanên dawî li Sûriyeyê, bi taybet nêzîkbûna tunekirina çeteyên DAIŞ‘ê ji ajansa me û got ku rêveberiya xweser ji bo sîstema nû ya herêmê dibe model.
e ku tunekirina çeteyên DAIŞ‘ê nêzîk dibe?
Di mijara Sûriyeyê de gelek mudaxele hene, ji bo tunekirina DAIŞ‘ê ku li goşeyeke biçûk li rojhilatê Dêrazorê maye, xebateke ji aliyê hêzên navdewletî ve tê meşandin. Lê em ji bîr nekin ku hin komên tundraw li Idlibê mane. Bi giştî piştî tunekirina çeteyên DAIŞ‘ê çavê her kesî li çareseriya siyasî ye.
Niha jî hin hêz hene hewl didin çareseriya siyasî ya pêşeroja Sûriyeyê rêz bikin, di serî de Amerîka û Rûsya, li aliyekî din jî hin hêz hene destekê didin rêjîmê wekî Îranê. Tirkiyeyê jî hin herêmên Sûriyeyê dagir kirine, Hêzên Sûriya Demokratîk di tunekirina DAIŞ‘ û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi ser ket.
Rewşa Sûriyeyê niha di navbera van hêzên li ser erdê de asê maye, têkilî, tifaq û nakokiyên di navbera van hêzan de dê pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin. Ji ber her aliyek hewl dide bi hêza xwe nexşeya Sûriyeyê xêz bike. Em jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin di xêzkirina nexşeya Sûriyeya nû de xwedî roleke aktîf bin. Şerê li Sûriyeyê divê bi dawî bibe û divê diyalog dest pê bike. Li van herêman me dikarîbû xwezaya danûstandinên navxweyî diyar bikin û wekî meclis me dikarîbû gelek diyalogên taybet him di hundirê Sûriyeyê de û him li derve li dar bixin.
-Pêvajoya piştî tunekirina DAIŞ‘ê dê çawa be, gelo em dikarin bibêjin ku dê pêvajoya danûstandinan dest pê bike?
Di demên dawîn de, hin aliyên opozîsyonê hewl dan werin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwestin têkiliyan bi meclisên herêmê re çêkin. Ev hewldaneke baş e, em dibînin ku Bakurê Sûriyeyê dê bibe bingeha çarçoveyeke siyasî, rexmî hemû nakokiyan jî divê diyalogên navxweyî Sûrî-Sûrî dest pê bike.
Dewleta Tirk li pêşiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê dibe asteng, dizane ku çareseriya siyasî ya aloziyê li Bakurê Sûriyeyê diyar dibe, serkeftina vê modelê dê bandora xwe li ser tevahî rewşa Sûriyeyê bike, ji ber ku gelek herêmên hundirîn êdî vê modelê û mijara aramiyê gotûbêj dikin û gihaştin encamê ku gelê Sûriyeyê dikare bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û herêmên xwe bi rê ve bibe.
Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku em dikarin herêmên xwe bi rê ve bibin û pêşeroja Sûriyeyê dê bi vî rengî diyar bike, lê em dibînîn ku hin hêzên navdewletî û herêmên bi hêz mudaxeleyê dikin, ji ber ku naxwazin bi vê sîstemê alozî çareser bibe. Mînak, rêjîma Sûriyeyê, Îran û Rûsya dixwazin rêjîm vegere mîna berê li gel wî hin guhertinên biçûk şeklî pêk werin, lê cewherê wê mîna xwe be. Her wiha Tirkiye jî dixwaze li gorî xwe çareser bike, da ku rola wê di çareseriyê de hebe, li ser vê yekê çareseriyeke guncaw ji bo gelê Sûriyeyê naxwazin, destwerdana wan bi xwe sekna li hemberî çareserkirina aloziyê ye.
– Di gel dagirkirina Tirkiyeyê ji hin herêmên Sûriyeyê re dê çareserkirina aloziyê çawa be?
Mudaxeleya Tirkiyeyê li xeta Bakurê Sûriyeyê û herêmên li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê, her wiha destwerdana wê ya li Idlibê ne ji bo çareserkirinê ye, lê belê temenê aloziyê dirêjtir dike, di heman demê de ji bo ku Tirkiye hebûna xwe li Sûriyeyê mayînde bike û şertên xwe li ser Sûriyeyê ferz bike, ji van şertan; astengkirina çareseriya Sûriyeyê û doza kurdî ya ku li gorî modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve diçe.
Tirkiye ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse ku niştecihên herêmê li gorî rêgezên neteweya demokratîk xwe bi rê ve dibin. Tirkiye ditirse ku ev model derbasî welatê wê bibe, ji ber vê yekê hewl dide asteng bike.
Ya ku li hemberî çareseriya Sûriyeyê disekine, hebûna Tirkiyeyê, lewre pêwîst e em ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bixebitin û bi aqilane nêzî vê mijarê bibin, ji ber ku hebûna Tirkiyeyê wekî dewleteke dagirker li Sûriyeyê tê wateya neçareserkirinê. Di heman demê de nîşan dide ku Sûriyeyê hatiye parçekirin, parçeyek di bin dagirkeriya dewlatên derve de ye.
-Rêjîma Sûriyeyê car caran gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, mebesta rêjîmê ji van daxuyaniyan çi ye û çima ji tecrubeya Rêveberiya Xweser ditirse?
Em kedeke mezin di hemû waran de didin da ku herêmê rizgar bikin, lê rêjîm ditirse ku sîstema li herêmên me hatiye rûniştandin, li herêmên din ên di bin serweriya rêjîmê de pêk were. Di navbera herêmên di bin serweriya QSD‘ê û herêmên di bin serweriya rêjîmê de ferq heye, herêmên di bin serweriya QSD‘ê de ji aliyê meclisên herêmê ve têne birêveberin, niha jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di aliyê ewlehî û xizmetguzariyê de jî ferqeke mezin heye; rêjîm ditirse ku ev proje wekî model li tevahî Sûriyeyê were pratîkkirin. Her wiha dewletên din jî ji vê yekê ditirsin, lewre em dibînin ku hewl didin bi hemû rêbazan rewş xirab bibe û tevliheviyê li herêm derxin.