Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mihemed Hemdûş îşaret bi girîngiya lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê kir û wiha got: “Kongre ji bo avakirina yekitî û lêvegereke Kurdî li dijî siyasetên dagirkeriyê giringe. û anî ziman ku êrîşên Tirkiyê zindîkirina terorê armanc dike.
Li gel dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk a dagirker ji 27‘ê Gulanê ve êrîşên xwe yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê zêde kirine..
Bi dijwariya êrîşên li ser gelê Kurd girîngiya avakirina yekîtiya Kurdî derdikeve pêş. Erka avakirina vê yekîtiyê di serî de dikeve ser milê partiyên siyasî yên Kurdî.
Girêdayî mijarê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mihemed Hemdûş êrîşên dagirkeriyê û giringiya yekîtiya Kurdan nirxand. Hemdûş îşart bi siyasetên dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistanê kir.
Hemdûş destnîşan kir ku siyasetên Tirkiyê ji destpêkê ve diyar e û wiha got: “Dixwaze peymana Millî zindî bike, ji rewşa heyî sûdê bigire û herêmên Rojhilata Navîn dagir bike.”
‘Rûsya hewl dide Tirkiyê ji NATO‘yê dûr bixîne’
Mihemed Hemdûş Berxwedana Serdemê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Piştî berxwedana lehengî ya şervanên me ya 58 rojan li Efrînê, komployeke navdewletî û bi plankirî li ser Efrînê hate kirin. Bi tekez heger ne ji vê komployê baya Tirkiyê nedikarî êrîş bike anî jî nêzîkî Efrînê bibe. Rûsya, Tirkiyê bi kar tîne da ku wê ji NATO‘yê dûr bixe.”
Hemdûş di berdewama axaftina xwe de têkiliyên hin aliyên Kurdî bi dagirkeriya Tirkiyê re, bi taybet ENKS‘ê rexne kir û got: “Helbet me têkilî û destekdayîna hin aliyên ku dibêjin ‘em Kurd in’ bi dagirkeriya Tirkiyê re di dagirkirina Efrînên de dît. Em dikarin bêjin ku Encumena Niştimanî ya Kurdî rolek di vê pêvajoyê de lîst. Daxuyaniyên nûnerên ENKS’ê ku digotin wan Efrîn ji hêzên Kurdî rizgar kirin û radestî dagirkeriya Tirkiyê kirin, vê yekê diyar dike.”
‘Sûriye parçekirî ye!’
Hemdûş di derbarê siyasetên li ser Sûriyê û lîstokên hêzên navdewletî de wiha axivî: “Tişta ku tê kirin, Sûriye tê parçekirin. Her aliyek li beşekî çalak bûye, ti kes xizmeta Sûriyê nake. Rejîm, Rûsya û Îranê hevgirtine û muxalefet jî xizmeta Qeter, Tirkiye û Erebistana Siûdî dike. Tu alî ji bo xizmeta Sûriyê naxebitin.”
‘Kurd xwedî projeya demokratîk in’
Mihemed Hemdûş tekez kir ku Kurd xwedî projeyeke demokratîk in û wiha got: “Ev proje ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Ji derveyî wê her aliyek din ji bo berjewendiyên xwe nêzîkî Sûriyê dibin. dûrxistina aliyên têkildarî rewşa Sûriyê ji civînên bi armanca çareserkirina aloziyê, ti çarseriyên bingehîn û durist bi xwe re nayînin. Ji ber Kurd vê xakê diparêzin û ew têkildarî diyarkirina çarenûsa welat in.’
Hemdûş bi bîr xist ku hemû civînên derve yên bi mijara Sûriyê, ji Cinêv, Sochî heta Astanayê ti encamp bi xwe re neanîn û wiha pêde çû: “Berovajî wê li ser milê gelê Sûriyê bû barek. Civîn an jî lihevkirinên çareserkirina aloziya Sûriyê ku Kurd tê de hazir nebin wê bê encam bin.”
Hemdûş têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê wiha axivî: “Diviyabû hikmûeta Başûrê Kuristanê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê helwesteke nîşan bida ba. Ji ber ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ew ku Kurdan li her deverê bike hedef.”
Hemdûş, helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê rexne kir û wiha domand: “Sedemê helwesta hikûmeta Başûr ew e ku Tirkiyê razî bike. Lê wê wiha nebe. Ji hikûmetên Iraq û Başûr tê xwestin êrîşan red bikin û helwesteke cidî nîşan bikin. Her wiha divê Tirkiyê hişyar bikin, ji ber ku Tirkiye dixwaze bi êrîşên xwe li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê terorê bihêz bike.”
‘Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêwîstiyek e‘
Mihemed Hemdûş îşaret bi girîngiya yekîtiya netewî kir û got: “Ji destpêkê ve daxwaz û helwesta me diyar e. Bêyî yekîtiya Kurdan çareserî ne pêkan e. Kurd dikarin di bin siya projeya demokratîk de bibin yek. Lew ra divê Yektiya Netewî ya Kurdistanê bi beşdarbûna hemû aliyên Kurdistanî were lidarxistin.”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mihemed Hemdûş bang li hemû partî û rêxistinên Kurdî kir ku Kongreya Netewî ya Kurdî li dar bixin û lêvegereke Kurdî ava bikin da ku “li hemberî dijminên Kurdan bibin dengek”.
ANHA