Mîhrîcana Kobanê ya Navdewletî bi beşdarbûna muzîkvan û derhênerên sînemayê ji dewletên cûda destpê kir.

Mîhrîcan li navedna Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê destpê kir. Tevî endamên rêveber ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantona Kobanê, bi dehan kesayet di nav de muzîkvan û derhênerên sînemayê ji dewletên cûda beşdarî mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcan bi boneya salvegara 58’an a Komkujiya Amûdê de destpê kir. Di komkujiyê de 250 zarok  ku li sînameya Şehrzad de ya li Amûdê  de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Mîhrîcan ji aliyê Komîna Film a Rojava tê orgenîze kirin. li gorî Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê dê herî kêm 80 film ku ji nava 400 filmên ku ji dewletên cîhanê ji komîteyê re hatine şandin hatine hilbijartin wê werin pêşandan.

Piraniya filman girêdayî azadiya jinê, rihê berxwedanê û her wiha hejmarek mezin ji filman têkildarî berxwedana Efrînê ne.

Komîteya Hekem ji hejmarek muzîkvan û derhênerên filman weke Catterine Olafsdottir, Leonardo Bloom, Bêrîvan Xalid, Reşîk Boksîm, Melini Sauli û Javier Korser pêk tê. Divê ev komîte baştirîn filmên ku wê li bajarên Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamişlo û Dêrikê bên pêşkeşkirin hilbijêrin.

Têkildarî heman mijarê hejmarek ji derhênerên sînemayê ji cuda dewletên cîhanê weke Bîrû, Birazîl, Aysland, Meksîk û Fransayê ji bo beşdarbûna mîhrîcanê hatine Kobanê.

Çalakiyên roja yekemîn di çarçoveya pênaskirina her du komîteyên Amadekar û Hekem û amadekirina wêneyên ku tê payîn di roja duyem de bên pêşkeşkirin de ma.

Di dirêjahiya 7 rojan de wê film li peyî hev werin pêşandan. Piştre wê  li kampên Eyn Îsayê, Şehba li Bakurê Sûriyê û li kampa Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê werin pêşandan.

ANHA – KOBANÊ