Duh çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî ku cara yekemîn li ser asta Bakurê Sûriyeyê tê lidarxistin, dest pê kir. Mîhrîcan ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve tê orgenîzekirin û dê herî kêm 80 fîlm ku ji nava 400 fîlmên ku ji dewletên cîhanê ji komîteyê re hatine şandin, hatine hilbijartin, dê li Hola Navenda Çand û Hunerê werin pêşandan.

Mîhrîcan bi boneya salvegara 58’an a Komkujiya Amûdê dest pê kir. Di komkujiyê de 283 zarok ku li Sînemaya Şehrazad ya li Amûdê bûn, jiyana xwe ji dest da.

Endama Komîna Fîlman a Rojava û endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Denîz Têkoşîn bi rêya ajansa me destnîşan kir ku wan bajarê Kobanê hilbijart ku fîlmên xwe bidin pêşandan û dixwazin li bajarê ku li pêşiya dagirkeran sekinî, li dar bixin.

Denîz da zanîn ku ew hewl didin bi rêya pêşandana fîlmên li ser berxwedanê pireke di navbera berxwendana ku li herêmên bakurê Sûriyeyê de, di nav de Efrîn û Kobanê û gelên cîhanê ku piştgiriya berxwendanê dikin, ava bikin. Denîz wiha pê de çû: “Em hewl didin di nava 60 fîlmên biçûk û 20 belgefîlman de wêneyeke giştî li ser şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji cîhanê re xuya bikin. Ji ber ku fîlm bandoreke mezin li ser civakan radike, Armanca me ew e ku dînamîk be û bihêlin ku gel girîngiya rihê berxwedanê hîs bike, her wiha çanda berxwedanê li hemberî her zehmetiyê hebe.”

Di mîhrîcanê de sînemager û muzîkjen, ji gelek dewletên cîhanê beşdar dibin, lê ji ber pirsgirêkên ewlekariyê hin ji wan, di nav de komîteya hekem ku ji 6 kesan pêk tê, nikaribûn bihatana Rojava.

Piraniya fîlmên ku dê 7 rojan li bajarê Kobanê bêne pêşandan, girêdayî azadiya jinan, rihê berxwedanê û her wiha hejmareke mezin ji fîlmên têkildarî berxwedana Efrînê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê mîhrîcan saet di 14:00’an de dest bi pêşandana fîlma yekê bike û piştra gelek fîlmên din heta seatên êvarê bêne pêşandan.