Di vê hefteyê de bûyerên girîng û bi lez li Sûriyê rû dane, çavkaniyan pêşnûmeya kurdan pêşkêşî rêjîmê kirine eşkere kirin, Çavdêrên siyasî dibêjin mijara çêkirina herêma tampon ku Amerîkayê pêşniyar kiriye gog avêtiye qada Rûsyayê û Tirkiye bêyî erêkirina Rûsyayê nikare vê herêmê çêke, li Sûdanê xwepêşandan dighêjin qesra serokkomariyê, ji aliyê Serokê Fransayê Macron diyalogên niştimanî ji bo 3 mehan dane destpêkirin ku çalakiyên Elekzeran bitefîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameyên Ereb vê hefteyê behsa gelek mijaran kirin jê encamên vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê, danûstandina di navbera rêjîma Sûriyê û kurdan de, gefên Tirkiyê, xeta danûstandinên Yemenê û xwepêşdanên Fransyê û hin mijdarên dîtir.

El-Şerq El-Ewsat: Kurd wesîqeyekê pêşkêşî Şamê dike

Di kar û barên Sûriyê de rojnameyên Ereb vê hefteyê behsa encamên vekişandina Amerîkayê û danûstandina rêjîma Sûriyê bi Kurdan re li Sûriyê kir. girêdayî mijarê rojnamye Şerq El-Ewsat wesîqeya nexşeya rê ya ku berpirsên Kurd ên Sûtriyê ku pêşkêşî misogerê Rûsî kirine eşkere kir. Wesîqe ji 11 bendan pêk tê. Her wiha ji Şamê tê xwestin ku bi dewleta nenavendî û Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were itîrafkirin.

Rayedarekî Kurd ji Şerq El-Ewsat re got berpirsên Kurd wesîqeyek berfireh girêdayî rêgezên ku fermendarê kurd “Yekîneyên Parstina Gel ” Sîpan Hemo di herdu serdanên xwe ji eşkerekirî yên sala borî pêşkêşî aliyê Şam û Moskoyê kir, ku Moskoyê bibe grantorê her tîfaqekê.”

El-Heyat: Ocalan li zindanê bi birayê xwe re hevdîtin kir

Der barê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Desthilatdariya Tirkiyê rê da ku serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê ya nêzî Stenbolê bi birayê we re hevdîtinê bike. Ev hevdîtin piştî ku perlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li dijî rewşa girtina Ocalan ketibû greva birçîbûnê, pêk hat. HDP`ê diyar kir ku nêzî 150 girtiyên siyasî li dijî mercên girtina Ocalan li gelek zindanên Tirkiyê greva birçîbûnê dewam dikin.”

El-Ereb: Trump hêviyên Enqereyê yên herêma tampon zindî dike

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijara tevgera Tirkiye û Amarîkayê ya li Sûriyê wiha nivîsî: “Washington ji nişka ve çêkirina herêma tampon (herêma ewle) li bakurê Sûriyê pejirand. Pirsa tê kirin ev e; gelo ev hewldana Trump bi armanca mijûlkirina Tirkiyê ye, yan ji bo vekişandikeke ewle ye?

Şerq El-Ewset: Kuştina leşkerên Amerîkayê mijara vekişîna ji Sûriyê dixe ezmûnê

Di mijara Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset der barê teqîna li bajarê Minbicê de wiha nivîsî: “Teqîna ku duh li bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê û di encamê de leşkerên Amerîkayê û hin sivîl hatin kuştin, ji bo biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê, bû ezmûnek.

El-Ereb: Kî teqemeniyan wek nameyan dişîne Minbicê?

Di heman mijarê de rojnameya El-Ereb pirsî ka kîjan alî sûdê ji vê teqînê werdigire û wiha got: “Teqîna ku li bajarê Minbicê li dijî leşkerên Amerîkayê pêk hat, gelek pirsan berz dike ka kîjan alî bi rêya teqemeniyan nameyan didin Amerîkayê, li bajarê ku cihê nakokiyên di navbera Tirkiye, Amerîka û Tirkiye û Kurdan de ye.”

El-Ereb: Ji bo dagirkirina bakurê Sûriyê Tirkiye Kurdan dike hincet

Di heman mijarê de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsandin: “Dijberiya Tirkiyê ya ketina hêzên Sûriyê di bajarê Minbicê de, niyetên Tirkiyê eşkere dike ku dixwaze destên xwe deyne ser bakurê Sûriyê û tev li axa xwe bike.”
Rojnameyê wiha dewam kir: “Tirkiye her dem parêzgeha Helebê û beşek ji Idlibê jî mîna axa girêdayî Tirkiyê dibîne û dibêje ev herêm li gorî peymanên neheq ji dewleta Osmanî hatine veqetandin.

Şerq El-Ewset: Hûsiyan hewl da şandeya hikûmeta Yemenê bikujin

Di mijara Yemenê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Hikûmeta Yemenê, Hûsî di mijara hewldana kuştina şandeyê hikûmetê yê hevdîtinên Komîteya Jinûveavakirinê de tawanbar kirin. Wezîrê ragihandinê yê Yemenê Miemer El-Eryanî got hêzên artêşê bi alîkariya koalîsyonê hewldaneke terorê ya Hûsiyan bi armanca kuştina şandeya hikûmetê têk bir, ev hewldan bi armanca têkbirina lihevhatina Siwêdê pêk hat da ku hewldanên navdewletî yên çareseriyê têk biçin.”
El-Heyat: Urdun mêvandariya tora duyemîn a hevdîtinên aliyên Yemenê dike

Der barê geşedanên li Yemenê de rojnamye El-Heyat wiha nivîsî: “Hikûmeta Urdinê ragihand ku wê daxwaznameya Neteweyên Yekbûyî pejirandiye û dê mêvandariya civîna di navbera aliyên Yemenê (hikûmeta rewa û milîsên Hûsiyan) de der barê hevpeymana berdana girtiyan de bike. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Urdunê Sufyan El-Qadî di daxuyaniyekê de duh wiha got: “Wezaretê daxwaza buroya şandeyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Yemenê pejirand û dê mêvandariya civîna di navbera nûnerên hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de bike.”

Şerq El-Ewlset: Ji bo hêza çavdêriyê li Yemenê biryara navdewletî

Di mijar yemenê de rojnameya El-Şerq El-Ewlset nivîsî “Duh Netewyên Yekbûyî bi piraniya dengan biryara 2452 a di der barê avakirina şandeyeke navdewletî ji bo piştgiriya agirbesta Yemenê, erê kir. Li gorî biryarê dê hijmara çavdêrên navdewletî bibe 75 kes ji bo dema destpêkê ya 6 mehan, ev çavdêr dê agirbesta li bajarê Hudeyda û bendera wê bişopînin û gihiştina alêkariyên mirovî bo nêzî 20 milyon yemeniyên li ber birçîbûnê ne hêsan bike.

Biryar ji aliyê Brîtaniyayê be hatibû amadekirin da ku çavdêrên navdewletî karibin agirbesta ku 18`ê berfanbarê destpê kir bişoînin. Ji xwe niha 15 çavdêrên navdewletî li Ymenê hene bi fermandariya Generalê Holandî Patric Komart.”

El-Ereb: Zerîf li Bexdayê ye da ku bizane ka Pompeo çi li şûna xwe hişt

Di mijara Îranê de ronameya El-Ereb ev tişt nivîsandin : “Îraniyan pir sebir nekir, wezîrê xwe rêkir Bexdayê, piştî ku dîtin serokê dîplomasiya Amerîkayê Mike Pompeo li ofîsên berpirsyarên Iraqê digere û behsa girîngiya pêkanîna cezayên li dijî Îranê dike. Berpirsê Îranê roja yekşemê gihîşt Bexdayê û dê serdana wî 5 rojan dewam bike. Li gorî çavkaniyên ku ji El-Ereb re axivîne, dê Îran hewl bide helwesta Iraqê li hember cezayên Amerîkayê nerm bin.”

El-Heyat: Çalakiyên protestoyê gihîştin Darfûrê û polês bi gazê bersivê dide

Di mijara protestoyên li Sûdanê de rojnemeya El-Heyat wiha got: “Qada protestoyên li dijî hikûmeta Sûdanê fireh dibe û gihîşte Darfûrê. Polêsan jî ji bo belavkirina xwepêşandêrên li Xertûmê gaza çavan bi kar anî. Ji dema ku protestoyên li Sûdanê di 19`ê Berfanbara 2018`an ve rû didin, xwepêşandanên li Darfûrê cara yekemîn pêk tên. Ev xwepêşandanên ku li gelek deverên welêt belav bûn, gefa herî mezin e li dijî serokê Sûdanê Umer El-Beşîr. Li gorî hin şahidan li paytext Xertûmê hin xwepêşander derketin kolana Behrî ya paytextê û sloganên “Azadî, aştî, edalet” berz kirin, paşê polêsan gaza çavan bi kar anî û ew belav kirin.”

Şerq El-Ewset: Ji bo vemirandina protestoyan Macron kampanyaya “gotûbêja neteweyî” dest pê kir
Di mijara protestoyên li Fransayê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Serokê Fransayê Macron bi hêviya ku bikare protestoyên Êlekzeran li Fransyê vemirîne, dest bi kampanyaya “gotûbêja neteweyî” kir ku dê sê mehan dewam bike. Macron ji gelê Fransayê re nameyek nivîsî û soz da nêrînên nû binirxîne, her wiha da zanîn ku ew ê programa xwe ya reformên aborî jî dewam bike. Ev hewldana Macron piştî 9 mehên protestoyên Êlekzeran pêk hat.

El-Şerq El-Ewset: Parlemana Brîtanyayê vekişîna ji Yekitiya Ewropayê nepejirand

Di mijara vekişîna Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê de (Brexit) rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî:  “Dengdana ku li parlemana Brîtanyayê pêk hat, mijara vekişîna Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê vegerand nuqteya sifrê, ji bo hikûmeta Theresa May jî binketineke mezin bû û êdî çarenûsa hikûmetê di metirsiyê de ye.”

Parlemana Brîtanyayê duh bi piraniya 432 dengan beramberî 202 dengan hevpeymana bi Yekitiya Ewropayê re nepejirand. Ev jî rê li pêşiya gelek senaryoyan vedike. Dibe ku hevdîtinên bi Brukselê re ji nû ve dest pê bikin, an ji hevpeymanê derkevin an jî referandûmeke nû çêbe û dema vekişînê ku 29 Adarê ye, bê derengxistin.”
ANHA